Li Brîtanyayê êrişa bi kêran: 3 kuştî, 3 birîndar

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarokê Reading ê Brîtanyayê kesekî bi kêrê êrîş kiriye ser çend kesên din, 3 kes kuştine û 3 kesên din jî birîndar kirine.

Polîsê Brîtanyayê ragihand ku roja Şemiyê zilamekî 25 salî li bajarokê Reading li Englandê bi kêrê êrîşî çend kesên din kiriye li nav yek ji parkên wî bajarokî.

Li gor polîs, di bûyerê de 3 kes hatine kuştin, 3 kesên din birîndar bûne û yê êrîş jî kiriye hatiye girtin.

Heta niha sedema bûyerê ne zelal e, polîs ragihandiye lêkolînên derbarê bûyerê de destpê kirine û hevdem wek êrîşeke terorîstî danûstandinê ligel bûyerê nakin.