Li Rihayê 3 tax û 36 avahî hatin kerentînekirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li taxên girêdayî 8 bajarokên parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistan 36 avahî, 3 tax û 6 mal hatin kerentînekirin.

Piştî ku li bajarokên Wêranşar, Pirsus, Bêrecûk, Curnê Reş, Girê Sor, Xelîliye, Eyûbiye û Karakoprû testa koronayê ya hinek kesan pozîtîv derket, 36 avahiyên ku ew kes tê de dijiyan û li Taxa Akinci ser bi bajarokê Karakoprû jî 6 mal heta 14 rojan hatin kerentînekirin.

Herwiha taxa Sayoba ya girêdayî Wêranşar, taxa Magaracik ser bi Xelîliye û taxa Ovacik a girêdayî Curnê Reş bi tevahî hatin kerentînekirin. Lê ti zanyarî nehatine belavkirin ka li wan cihên hatine kerentînekirin çend kes bi vîrûsa Coronayê ketine yan testa çend kesan pozîtîv derketiye.

Li gor amarên dawî yên Wezareta Tendirûstî ya Tirkiyê, li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê heta niha 186 hezar û 493 kes bi koronayê ketine, 158 hezar û 828 kes baş bûne, 4 hezar û 927 kesan bi koronayê canê xwe ji dest dane û 781 kes jî di jêr çavdêriya hûr de ne.