Peyama Abdullah Ocalan bûye rojeva partiyên siyasî

Amed (Rûdaw) - Peyama Ocalan ku ji Zindana Îmraliyê şand, rojeva partiyên siyasî serobino kir. Her partiyek dixwaze ji peyama Ocalan îstifade bike û dengê Kurdên Stenbolê ji bo xwe bîne û bi ser bikeve. Her partiyek dixwaze deriyê vê serkeftinê bi vê kilîta di destê Ocalan de veke.

 

Peyama Rêberê PKKê Abdullah Ocalan ku ji Zindana Îmraliyê bo hilbijartinên Stenbolê şandibû, rojeva Kurd û Tirkan serobino kir.

 

Ocalan di peyama xwe de bang li HDPê dike ku di hilbijartinên Stenbolê de riya sêyemîn esas bigrin. Lê hevserokên HDPê jî bi daxuyaniyek aşkera kirin ku ew jixwe weke HDP di riya sêyemîn de ne. HDPiyan biryar girt ku di hilbijartinên Stenbolê de dengê xwe bidin berbijêrê Îtifaqa Milet Ekrem Îmamoglu.

 

Hevserokê HDPa Amedê Zeyad Ceylan ji Rûdawê re diyar kir: “Çareserkirina pirsgirêka Kurd divê bi rêbazên siyasî û aştiyane esas bê girtin û bi ser bikeve. Ew xet jî niha xeta Îmamoglu ye û divê Îmamoglu qezenc bike. Xeta Bînalî Yildirim heta niha ji bo pirsirgikê Tirkiyeyê ji bo pirsgirêkên Kurdistanê çareserî neanî.”

 

Partiya Dad û Geşedanê AK Partiyê jî peyama Ocalan bi erênî pêşwazî kir. Li gorî AK Partiyê peyama Ocalan dê beşek kurdên li Stenbolê nebe ser sindoqan û beşek jî dê dengê xwe bidin partiya wan.

 

Serokê AK Partiya Amedê Serdar Budak ji Rûdawê re eşkere kir: “Di nameyê de ji dengdêrên HDPê dixwaze ku di hilbijartinên Stenbolê de bêalî bimîne. Jixwe dengdêrên Kurd nedixwestin dengê xwe bidin CHPê. Ji dilê wan nedihat deng bidin CHPê. Lê îcar Kurd dê bi dilrihetî dengê xwe nedin CHPê.”

 

Li bajarê Stenbolê nêzî 16 milyon kes dijîn û ji wan 10 milyon û 560 hezar kes dengdêr in. Ji sedî 20ê van dengdêran jî Kurd in. Ji ber ku HDPê di hilbijartina Stenbolê de ti berbijêr nîşan nedaye, Kurd di navbera berbijêrê Îtifaqa Cumhur Bînalî Yildirim û berbijêrê Îtifaqa Milet Ekrem Îmamoglu de mane. Dengê Kurdan di hilbijartinên Stenbolê de kilît e. Her partî jî dixwaze deriyê serkeftinê bi kilîta di destê Ocalan de veke.