Naveroka civîna Nêçîrvan Barzanî û Recep Tayyip Erdogan

21-06-2019
RÛDAW
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Recep Tayyip Erdogan Civîn Stenbol
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan civiyan û di civînê de Serokomarê Tirkiyê pîrozbahiya destbikarkirina weke Serokê Herêma Kurdistanê li Nêçîrvan Barzanî kir û hêviya serkeftinê jê re xwest.

 

Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, "Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan pîrozbahiya destbikarkirina weke Serokê Herêma Kurdistanê li Nêçîrvan Barzanî kir û hêviya serkeftinê jê re xwest. Hêviya xwe anî ziman ku kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê were pêkanîn û tekezî li ser daxwaza Tirkiyê ji bo pêşvebirina zêdetir a peywendiyên li gel Herêma Kurdistanê kir, herwiha piştgirî û kêfxweşiya xwe ji bo gotûbêj û pêşveçûna peywendiyên Hewlêr – Bexdayê nîşan da".

 

Herwiha di daxuyaniyê de hatiye eşkerekirin: “Nêçîrvan Barzanî spasî kir û tekezî li wê yekê kir ku Herêma Kurdistanê bi giringî ve li peywendiyên li gel Tirkiyê dinêre û daxwaz dike ku zêdetir peywendiyên herdu aliyan pêşve biçin, bi taybetî di warê aborî û zêdekirina qebareya danûstandina bazirganî ya navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê li gel Tirkiyê.”

 

Di civînê de ku îro înê 21ê Hezîrana 2019an de li Stenbolê birêve çû, "herdu aliyan rewşa siyasî û ewlehiyê ya herêmê bi giştî, metirsiya serîhildana DAIŞê, rewşa deverên azadkirî ji terorê, vegera aware û penaberan, aramî, seqamgîrî û avakirina deverên wan û çend mijarên din gotûbêj kirin".

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst