Îsal dirûna genim li Îlamê zû destpê kiriye

21-06-2019
RÛDAW
Cotkarên Îlamî gazinan li hikûmetê dikin û dibêjin, weke pêwîst alîkariya wan nake.
Cotkarên Îlamî gazinan li hikûmetê dikin û dibêjin, weke pêwîst alîkariya wan nake.
Nîşan Rojhilatê Kurdistanê Îlam Cotkarî Dirûna genim
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Werzê dirûna genim li parêzgeha Îlamê, ji navçeyên din ên Rojhilatê Kurdistanê zûtir dest pê kiriye.

 

Li gor barînên îsal, rewşa berhmenên çandiniyê ji salên derbasbûyî baştir e.

 

Cotkarên Îlamê gazinan li hikûmeta Îranê dikin û dibêjin, hikûmet weke pêwîst alîkariya wan nake. Cotkar dibêjin, îsal xerciya berhemê genim gelekî zêde bû û hikûmet berhemên wan bi nirxekî gelekî kêm ji wan werdigre.

 

Bi gotina cotkaran, amûrên dirûna genim kêm in û kiriya wan jî ji salên bihorî girantir e.

 

Hikûmeta Îranê biryar daye ku îsal her kîloyeke genim bi 1700 tûmenan ji cotkaran bikire.

 

Ji bilî erzanbûna nirxê genim, cotkarên Îlamê dibêjin, metirsiyeke zêde heye ku agir jî bi genimên wan bikeve.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst