Koçberên Xirîstiyan naxwazin vegerin malên xwe

21-06-2018
Yûsif Mûsa
Duhok
Duhok
Nîşan Xirîstiyan Koçber Mûsil
A+ A-

Duhok (Rûdaw) - Koçberên Xirîstiyan ên Mûsil û deşta Neynewa yên ku li parêzgeha Duhokê bi cih bûne, qet vegerê nafikirin û dibêjin, ku baweriya wan tune ye ku jiyana wan li deşta Neynewa û Mûsilê bi ewle be.

 

Bi giştî nêzîkî 40 hezar Xirîstiyan ji deşta Neynewa û Mûsilê koçber bûne û li deverên cuda yên Herêma Kurdistanê dijîn.

 

Koçberekî Mûsilê ji Rûdawê re diyar kir ku Pêşmerge û hêzên Asayîşê wan diparêzin û ji ber tunebûna aramiyê li deverên Mûsilê, ew venagerin deverên di bin destê hêzên Ereb de.

 

Ednan Şakir ku li kampa Bêrsivê muxtar e dibêje: “Em venagerin, tu dizanî çima? Ji ber ku heman tas û heman hemam e, em berê di bin parastina Herêma Kurdistanê û pêşmergeyan de bûn, tenê Asayiş û Pêşmerge parastina me dikin, em venagerin cem Ereban.”

 

Welatiya bi navê Cînan Bedrî jî diyar kir: “Tenê ewlekarî pêwîst e, cade hene, her tişt hene, welatî van tiştan naxwazin, pêwîstiya xelkê bi aramiyê heye, daku karibin razên.”

 

Esîlo Şemmê jî dibêje: “DAIŞê hemû tiştên me birin, 50 ton genimên me hebûn, hemû birin, tiştek ji me re nemaye daku em vegerin.”

 

Koçberê bi navê We'dullah Qiryaqos jî eşkere kir: “Em ji Mûsilê koçber bûn, me hemû nas û dostên xwe li pey xwe hiştin, em gelek bêzar û dilşewat bûn, lê dema em derbasî Herêma Kurdistanê bûn û me pêşwaziya xelkê dît. Me hemû êş û dilşewata xwe jibîr kir, me aramî û aştî û xweşî dît.”

 

Di sala 2003an de hejmara Xirîstiyanan li Herêma Kurdistanê û Iraqê milyonek û 500 hezar kes bûn, di sala 2014an de hejmara wan daket 400 hezar kesan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst