Galeriya wêneyan

21-06-2018
13 Photos
RÛDAW

Hewlêr (Rûdaw) – Çar roj in Heşda Şeibî û Artêşa Iraqê li Çiyayê Qereçûx û deşta Qerac dest bi gerîn û pişkinînê kirine.

 

Li Çiyayê Qereçûx ji çekdarên DAIŞê 50 kes ku di nav wan de jin û zarok jî hene bi cih bûne û xwe li nav şikeftên rêzeçiyayên Qereçûx veşartine. Li gor gotina xelkê herêmê, şiyana çekdarên DAIŞê ji bo şer nemaye û li wan deveran niha berevaniya hebûna xwe dikin.

 

Car caran firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî pêgehên DAIŞê yên li Çiyayê Qereçûx dikin armanc.

 

Piştî nemana hêzên Pêşmerge li sînorê deşta Qerac, valahiyeke ewlehiyê çêbûye û Artêşa Iraqê û Heşda Şeibî nikarin ewlehiya wan deveran biparêzin.

 

Li gor zanyariyên Rûdawê, hêzên Hevpeymaniya Navdewletî û Artêşa Iraqê du car li gel fermandeyên Pêşmerge ji bo pêkanîna operasyoneke hevbeş li Mexmûrê kom bûne, lê heta niha Wezareta Pêşmerge ji daxwaza wan razî nebûye.