ENKS û Partiya Sûriya Pêşerojê bi hev re civiyan

Qamişlo (Rûdaw) - Sekretariya Giştî ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) bi hevserok û berpirsên Partiya Sûriya Pêşerojê re civiya.

 

Civîna her du partiyan li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê birêve çû û di civînê de rewşa Sûriyê hate gotubêjkirin.

 

Endamê Sekretariya Giştî ya ENKSê, Mihemed Ismaîl jî dibêje, deriyê ENKSê bo karê hevbeş vekiriye.

 

Mihemed Ismaîl, ku di heman demê de Rêvebirê Polîtbîroya PDK-Sê jî ye, herwiha da xuyakirin, ku ti projeyên hevbeş di navbera her du partiyan de nînin, lê wan bi tenê li nerînên hevdu guhdar kirin.

 

Wî rayedarê ENKSê destnîşan kir,ku di derbarê çend pirsên girêdayî rewşa Sûriyê de, bîr û nerînên wan nêzîkî hev bûn, lê heta niha ti projeyeke wan a hevbeş tine ye, lê dibe ku ev yek di dema bihê de çê bibe.