Karayilan jibo HDPê daxwaza dengê kurdan kir

Navenda Nûçeyan - Endamê konseya serokatiya KCKê, Murad Karayilan daxwaz ji xelk û partiyên Bakurê Kurdistanê kir, ku ji bo parastina demokrasiyê û tirkiyeyeke demokratîktir deng bidin HDPê.


Di hevpeyvînekê de li gel medyaya nêzîkî PKK, Murad Karayilan dibêje, eger HDP benda ji %10 derbas neke, dê bi kêmanî 70 heta 80 kursiyên wê ji bo AKPê biçin, û dê bibe sedem ku desthilata AKPê û MHPê zêdetir bibe.

 

Bi gotina Karayilan, dê encama wê yekê jî, malwêraniya zêdetir a Bakurê Kurdistanê be û tekez dike, ji ber wê jî gerek hemû xelk piştevaniyê bidin HDPê, û bi gotina wî tenê HDP dikare demokrasî û mafê gelê Kurd biparêze.


Karayilan da xuyakirin ku nabe Kurd li benda tiştekî bin ji AKPê, û bi taybetî piştî li gel MHPê hevpeymanî ragihandiye.

 

Endamê konseya serokatiya KCKê herwiha destnîşan kir, gundparêz jî kurên vî netewî ne û PKKê jî di operasiyonên xwe de xwe ji bi armancgirtina gundparêzan dûr digre, ji ber ku beşek ji wan hatine neçarkirn û hejar in.

 

Li ser xwe berbijêrkirina bi dehan berbijêrên serbixwe li Bakurê Kurdistanê jî, Murad Karayilan dibêje, ev lîstokeke AKPê ye ji bo ku dengê kurdan perçe û belav bike û nehêle HDP benda %10 a hilbijartinan derbas bike.