AMED - Dermanên cotkaran ziyanê digihîne balindeyên Baxçeyên Hevselê

Amed (Rûdaw)– Li seranserê Bakurê Kurdistan û Tirkiyê 500 cur teyr ango balinde hene. Ji van balindeyan 280 cur li Amedê jî tên dîtin. Ji van 280 curan jî hêlîn û sitara 180 curan li Baxçeyên Hewselê ye. Lê ji ber bikaranîna dermanên çandinî yên bêkalîte, hejmara teyr û tilûran kêm dibe. Cotkar dibêjin ew neçar in dermanên çandiniyê bi kar bînin.

 

Apê Ezîz li ber Sûrên Amedê, li serdestê Pira Deh Derî ya, bi salan e li nav Baxçeyên Hewselê çandiniyê dike. Piraniya sewze û fêkiyên ji van bostan û baxçeyan derdikevin. Lê niha rêncberên wekî Apê Ezîz ji kêmbûna berên bax û bostanan gazindan dike. Sedema vê yekê jî bi miçiqandina ava kanalîzasyonê û dermanên kîmyeyî yên zîraî ve girê dide.

 

Hecî Ezîz Cotkar dibêje: “Rabûn ava heram a averoyan birrîn, li şûna wê ava pak anîn. Îca bi ava pak tiştek çênabe. Berê miletê me digot ku ´Em bi ava averoyan nexweş dikevin, lê belê 300-400 sal berê jî bi ava qirêj ev baxçe û bostanana dihatin avdan. Nexweşî jî jê çênedibû. Em peyînên zîreî didin, derman lê wer dikin. Lê belê encam jê nayê girtin. Ji kurm û mêş û molan pak nabe. Dermanên zîreî jî sexte ne.”

 

Baxçeyên Hewselê li Bakurê Kurdistanê mezintirîn mal û sitara teyr û tilûran e. 180 cur teyr ango balinde li Baxçeyên Hewselê dihewin. Lê li gor pisporan dermanên zîreî hejmar û populasyona teyr û tilûran kêm dike.

 

Biyolog li Zanîngeha Dîcleyê Prof. Dr. Ahmet Kiliç jî diyar dike: “Li Baxçeyên Hewsela Amedê 180 cur teyr û tilûr hene. Lê ji ber dermanên zîreî teyr û tilûrên li vir roj bi roj kêm dibin. Ji bo parastina wan pêwîst e dermanên çandinî û zîreî yên wekî DDT neyên bikaranîn. Dermanên wekî DDT tenê zererê nade teyr û tilûran dide me jî. Pêwîst e şareza û endezyarên zîreî di warê bikaranîna dermanan de ji cotkaran re bibin alîkar.”

 

Baxçeyên Hewselê 7 hezar sal e bi fêkî û sewzeyên xwe şaristaniya Amedê xwedî dike. Ji ber vê rola Baxçeyên Hewselê û xweşikiya wê ya bêhempa UNESCOyê di sala 2015an de ew xist nav Mîrateyên Çandî yên Cihanê.