Bo cejna Remezanê li Başûrê Kurdistanê 5 roj bêhnvedan e

21-06-2017
RÛDAW
Nîşan Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cejna Remezanê Bêhnvedan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo cejna Remezanê 5 roj bêhnvedana giştî ragihand.

 

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî di daxuyaniyekê nivîskî de, ku li ser malpera fermî ya hikûmetê hatiye belavkirin, biryara hikûmetê bo diyarkirina rojên cejna Remezanê aşkere kir.

 

Sefîn Dizeyî daye xuyakirin, ku bi boneya cejna Remezanê li Herêma Kurdistanê 5 roj bêhnvedana fermî ye û li gorî daxuyaniyê, bêhnvdan ji roja 25-06-2017ê ve dest pê dike û heta roja 29-06-2017ê didome.

 

Dizeyî diyar kiriye, ku roja yekşembiyê 02-07-2017 karkirina li Herêma Kurdistanê asayî be û sazî dest bi kar dibin.

 

Dizeyî herwiha bi boneya hatina cejna Remezanê pîrozbahiyê li hemû musilmanan dike û dibêje: “Bi boneya hatina cejna pîroz a Remezanê, ez pîrozbahiyeke germ li malbatên şehîdên serbilind û pêşmergeyên qehreman û hemû musilmanên Kurdistanê û Iraqê û cîhanê dikin. Bi vê hêviyê ku ev cejn bibe sedema xweşî û bexteweriyê û rizgarbûna ji arîşe û qeyranan û berdestbûna tifaq û yekrêzî û cîbicîbûna armancan.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst