Li 25 gundan qedexe, jiyan rawestiya!

Amed (Rûdaw) -  Ji ber qedexeya çûn û hatinê, li 25 gundên Amedê jiyan rawestiya.

 

Walitiya Amedê îro serê sibêhê eşkera kir ku li 25 gundên Henê, Licê, Hezro, Farqîn û Pasûrê, qedexeya derketina derve dest pê kiriye.

 

Hinceta walitiyê jî ew e ku, li van gundan gerilayên PKK'ê hene, ew ê li hemberî wan operasyonên leşkerî li dar bixin.

 

Qedexe îro di berbanga sibêhê de, di seat 5'an de dest pê kir û heta demeke nediyar jî wê berdewam bike. Bi hezaran leşker û tîmên taybet beşdarî operasyonan dibin.

 

Ji ber qedexeyê gundî mexdûr bûn. Lewre ji ber ku derketina derve qedexeye gundî nikarin heywanên xwe derxin derve û biçêrînin. Ji ber vê yekê jî bi hezaran dawar û pez di hundir de mane.

 

Herwiha ji ber operasyonan, li hin gundan xetên telefon û elektrîkê jî qût bûne.

 

Gundiyên ku ji Rûdawê re axivîn wiha gotin:


 "Ji ber dengê topbaran û gulebaranê em nikarin razên. Em ditirsin derkevin derve. Eger qedexe berdewam bikin, heywanên me wê hemû di hûndir de mirar bibin."