REWŞA DAWÎ – Îdlib li benda YPGê ye!

Efrîn (Rûdaw) – Hat ragihandin hedefa bê ya Yekîniyên Parastina Gel (YPG) Îdlibê.

 

Berdevkê Encûmena Parastina Kantona Efrînê Fewzî Silêman ji Rûdawê re diyar kir, bi rizgarkirina Minbicê kantonên Efrîn û Kobanî nagehêjin hev û got: “Herêma herî girîng Şehbayê ye.”

 

Herêma Şehbayê ji rojhilata kantona Kobanî destpê dike heta Ezazê dirêj dibe. Li bakurê herêma Şehbayê Tirkiye û li başûrê wê jî Heleb û Reqa hene. Herwiha dirêjiya wê jî 150 kilometreye.

 

Fewzî Silêman heman demê li Efrînê berdevkê YPGê ye got, bûyerên li Sûriyê bûne sedem ku herêma Şehbayê girîng bibe û wiha domand:

 

“Çend welatên weke Tirkiyê û welatên Kendavê ji bo bicîkirina ajendeyên xwe hewl didin herêmê bikin navenda çekdarên girêdayî xwe. Vê yekê jî di bin qilifên cuda ve dikin. Minak; dibêjin ‘herêma ewle. Heger mebesta wan ne lêdana Rojava bê jî, armanca wan astengîkirina Rojavayê Kurdistanê ye.”

 

50 kilometre

 

Silêman da zanîn 50 kilometre maye hêzên kantonên Efrîn û Kobanî bigehêjin hev û amaje kir ku yekbûna kantonan ji bo ewlehiyê gellekî girîng e û got: “Minbic mifteya herêma Şehbayê ye.”

 

Derbarê hedefa nû ya YPGê de jî Silêman wiha axivî: “Sûriye û pirsa gelê Sûriyê, ji bo meî ji hemû tiştî girîngtir e. Li Îdlib û çend bajarên din gel ji me alîkariyê dixwaze.”

 

Bi Şamê re rêfkeftin…

 

Berdevkê Encûmena Parastina Kantona Efrînê da xuyakirin ku ligel hikûmeta Sûriyê re ti rêkeftinên wan nîne û got:

 

“Tevgerên yekîneyên artêşê wan, demên dawiyê li gundên nêzîkî Reqayê gellekî kêm bûne. Herwiha ne di asta behskirinê de ne.”

 

Îdiaya “Rûsya li Efrînê alîkariya YPGê dike” wiha bersivand:

 

“Îdiayên di asta tohmetbarkirnê de hene. Rûsya li Efrînê alîkariya YPGê dike û Rojava di navbera Rûsya û Amerîkayê de hatiye parvekirin, nerast e.”

 

Berjewendiyên dualî

 

Berdevkê YPGê yê Efrînê ragihand, peywendiyên wan ên di çaroveya şerê li dijî terorê de yên bi Amerîka û hêzên hevpeymaniya navdewletî re di berjewendiyên herdû aliyan de ne.

 

Herwiha Fewzî Silêman diyar kir ku welatên beriya niha piştevaniya Kurdan dikir niha pişta xwe dane û wiha domand:

 

“Dema ku li Sûriyê şoreşa gel destpê kir gellek hêzan di bin dûrişmênEy nevî û zarokên Selahadîn Eyubî ka hûn li ku derê ne?’ de  hevkarî xwestin. Lê me ji wan re got, ew polîtikaya xapînok kevin bûye. Niha jî dijminîtiya me dikin.”