Cizîra Botan birînên xwe dipêçe

21-06-2016
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Cizîr Qedexe Avakirin
A+ A-

Cizîr (Rûdaw) – Navçeya Cizîra Şirnexê 80 roj di bin qedexeya derketina kolanan de mabû û di jêrzemînên wê de bi sedan ciwanan jiyana xwe ji dest dabûn hêdî hêdî birînên xwe dipêçe.


Li Cizîrê 52 mizgeft, nexweşxaneya dewletê û dibistan jî tê de 10 hezar xanî ji ber topbaranê û pevçûnan zirar dîtine.


Derbarê 2 hezar û 700 xaniyan de jî biryara hilweşandinê hatiye dayîn. Digel vê yekê jî xelk vegeriyaye ser malên xwe û xaniyên xwe bi îmkanên xwe çêdikin.


Xelkê Cizîrê dibêje dewlet divê zû zirarê wan qerebû bike û bihêlin ew bi destê xwe xaniyên xwe çêbikin.


Welatiyeke Cizîrê Ji Rûdawê re wiha got: “Dolap û her tiştên me xira kiribûn, şikandibûn. Divê ew mesrefa xaniyên me bidin me, em ê ji xwe re çêbikin.”


Ev rasta ku niha kepçe lê dixebitin cihê jêrzemînan e ku ewqas ciwan lê hatibûn kuştin. Ew avahî hemû hatine rûxandin.


Xelk naxwaze trajediyeke wiha careke din çêbibe.


Cizîrî dibêjin di şertên herî zehmet de wan ji Cizîrê bar nekiriye û ew ê ji vir û pê de jî dev ji axa bav û kalên xwe bernedin.


Xelkê Cizîrê dixwaze navçeya wan ji nû ve bê avakirin û ew jî li ser vê axê heta hetayê bi aramî bijîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst