Êlih: Xortekî 17 salî mirî hat dîtin

21-05-2024
RÛDAW
Nîşan Êlih Şelmo Mirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Hezoyê ya Êlihê ya Bakurê Kurdistanê xortekî 17 salî li mirî hat dîtin.

Li gorî zanyariyan, li gundê Şelmoyê yê girêdayî navçeya Hezoyê ciwanê bi navê Yunus A. yê 17 salî li nêzîkî mala xwe mirî hat dîtin.

Dêya Yunus ew li ber tenûra pêşiya malê dîtiye ku bi çekê hatiye kuştin.

Li gorî îdiayan xortê navborî xwe kuştiye.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û termê Yunusê 17 salî ji bo otopsiyê bir Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Êlihê.

Piştî karûbarên otopsiyê cenazeyê wî li gund bi axê hat spartin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst