QERS - Roviyê birçî bû mêvanê xelkê

Hewlêr (Rûdaw) – Kesên ku li quntara Keleha Qersê geşt û seyran dikir zikê roviyê birçî jî têr kir.

Roviyekî birçî bû mêvanê welatiyên li seyranê.

Dema welatiyan li quntara Keleha Qersê seyran dikir, roviyekî birçî hat cem wan.

Welatiyan goştê mirişkan da rovî û ew têr kir.

Roviyê ku zikê wî têr bû piştî demekê çû.

“Cara ewil e ku ez bûm şahidê tiştekî wiha”

Ahmet Yildirimê ku goşt da rovî got:

"Dema ku me li Qersê seyran dikir, roviyek hat cem me.

Cara ewil e ku ez bûm şahidê tiştekî wiha.

Me mirîşk û nan da wî. Wî hinek jê xwar û hinek jî di devê xwe de hişt.

Bi egereke mezin dê ji têjikên xwe re bibe.”