HSDyê 2 serkirdeyên DAIŞê girtin

21-05-2024
RÛDAW
Nîşan HSD DAIŞ
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Tîmên Operasyonên Leşkerî (TOL) yên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) 2 operasyonên ewlehî encam dan.

HSDyê ragihand ku di wan operasyonan de 2 serkirdeyên DAIŞê girtin, yek ji wan li bajarê Qamişlo û yê din li Reqayê.

Yek ji wan bi wê yekê tometbar e ku 10 Gulana 2024an ji bo êrişa li bajarokê Şihêlê plan danîbû.

Di operasyona li Qamişlo de, serkirdeyê DAIŞê yê bi navê Ehmed Mehmûd El-Qureşî yê bi nasnavê Ebû Muaz El-Kurdî naskirî hat girtin.

Di operasyona li bajarê Reqayê de jî  bi piştgiriya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî, Hêzên Sûriyeya Demokratîk serkirdeyê DAIŞê yê bi navê Ehmed Samir Mihemed naskirî girt.

HSDyê ragihand ku ew dê operasyonên xwe li dijî endamên DAIŞê li navçeyên Bakurû  Rojhilatê Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê berdewam bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst