Li Amedê hişyariyên trafîkê bi Kurdî hatin nivîsîn

Hewlêr (Rûdaw) - Li ser cade, kolan, rê û xaçerêyên parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê, hişyariyên trafîkê bi Kurdî jî hatin nivîsîn.

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê îro li ser hesabê xwe yê medayaya civakî ragihand ku Daîreya Veguhastinê ya şaredariyê, ji bo ku peya û otomobîl bi silametî çûn û hatinê li nav bajêr bikin, xebatên xêzkirina hişyariyên trafîkê li ser li cade, kolan, rê û xaçerêyan daye destpêkirin.

Di çarçoveya xebatan de li çend cihên sereke yên bajêr, hişyariyên trafîkê yên  “pêşî peya û  hêdî” bi Kurdî hatin nivîsîn.

Heman hişyarî bi zimanê Tirkî jî hatin nivîsîn.

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê wêneyên beşek ji wan xebatan jî belav kirine û got:

“Em Ji bo Veguhestina Bi Ewle dixebitin.

Li navçeyên Bajarê Nû û Rezanê me xeta derbasbûna peyayan, îkonên `pêşî peya` û sembolên `hêdî` bi boyaxa termoplastîk nû kirin.

Niha diyartir û qayîmtir in!”

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, piştî ku derdora 2 serdaman ji aliyê qeyûman ve hat birêvebirin, DEM Partiyê di hilbijartinên xwecihî yên 31ê Adara 2024an de careke din bi rêjeya ji sedî 64.04ê dengan bi dest xistibû.