Hewlêr (Rûdaw) - Li Rojavayê Kurdistanê 22 partî û rêxistinên cuda hevpeymaniyek ji bo hilbijartinên şaredariyan pêk anîn.
Nûner û berpirsên 22 partî û rêxistinên jinan civîneke çapemeniyê li dar xist û wan avakirina hevpeymaniya bi navê “Tifaqa Gelan û Jinan a ji bo Azadiyê” ragihand.
Li gorî daxuyaniyê, ew hevpeymanî ji partiyên siyasî, rêxistin û tevgerên jinan bi hemû pêkhateyên xwe yên Kurd, Ereb, Suryan, Asûrî û Ermenî pêk tê.
“Tifaqa Gelan û Jinan ji bo Azadiyê” dê 11ê Hezîrana 2024an beşdarî hilbijartinên şaredariyan ên Rêveberiya Xweser bibe.
Di daxuyaniyê de wiha hatiye gotin:
“Tifaqa me dê bi hemû îmkanên xwe ber bi rastiya xizmetguzariya pêşketî ya ku li ser esasê avakirina civakeke azad, demokratîk, ekolojîk a bi pêşengiya jinê hatiye avakirin û her tiştê ku rê li ber xwerêveberî, aboriya civakê vedike, xurtir bike.
Tifaqa me dê jîngeheke saxlem ava bike.
Em dê ji bo pêşxistina şaredariyên demokratîk û pêşxistina rastiya xizmetguzariyê ji bo gelê xwe li dijî hemû hewldanan bisekinin.”
Partî û rêxistinan îmze kirine ev in:
- Partiya Yekitiya Demokrat (PYD)
- Kongra Star
- Partiya Sûriya Pêşerojê
- Kombûna Jinan a Zenûbiya
-Partiya Demokrat a Kurd a Sûriyeyê (Partî)
- Partiya Demokrat a Kurd a Sûriyeyê.
- Partiya Muhafazkaran
- Partiya Yekitiya Suryan
- Partiya Çep a Kurd a Sûriyeyê
-Tevgera Çep a Şoreşger a Sûriyeyê
- Heyeta Nîştimanî ya Erebî
- Partiya Nûjen û Demokrasiyê ya Sûriyeyê
- Partiya Asûrî ya Demokrat
-Partiya Demokrat a Kurdistan - Sûriye
- Partiya Guhertina Demokrat a Kurdistanê
- Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê
- Partiya Demokrat a Kurdistanê - Rojavayê Kurdistanê
- Yekitiya Êzîdiyên Sûriyeyê.
- Meclisa Ermenî
- Tevgera Dadweriya Sivîl
-Partiya Mîtînga Netewî ya Kurdistanê
-Partiya Hevbendiya Niştimanî ya Demokrat a Sûriyeyê
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse