XARPÊT - Termê mêrekî di bendavê de hat dîtin

21-05-2024
Nîşan Xarpêt Term Bendav
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Xarpêtê ya Bakurê Kurdistanê termê mêrekî di Bendava Karakayayê de hat dîtin.

Li gor agahiyan, şevê din li navçeya Kebanê li nêzîkî gundê Zirkê Şêxemir, kesên li gola bendava ku li ser Çemê Feratê hatiye çêkirin masî digirtin termê mêrekî dîtiye.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, AFAD û cendirme çûn cihê bûyerê.

Li gorî lêkolînên destpêkê hatiye zanîn ku term ê kesê bi navê Adem Gundogdu yê 60 salî ye.

Tîmên tenduristiyê termê Adem Gundogdu ji bo kar û barên otopsiyê veguhast morga Nexweşxaneya Zanîngeha Feratê.

Derbarê bûyerê lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst