Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Girê Sor a Rihayê ji ber erd di navbera du mlabatan de şer derket û di encamê de 7 kes birîndar bûn.
Li Taxa Gurakarê du malbatên ji ber erd şer kirin bi kevir û daran li hev xistin û çek bi kar anîn.
Li ser agahdarkirinê cendirme û ekîbên tenduristiyê bo cihê bûyerê hatin şandin.
Di şer de Yakup A, Hamza A, Mehmet A, Îsmail A, Galîp K, Huseyîn K. û Huseyin K. birîndar bûn.
Birîndar bo Nexweşxaneya Dewletê ya Girê Sor hatin veguhestin.
Hat ragihandin rewşa hin birîndaran giran e, ew birin nexweşxaneyên li Rihayê.
Cendirmeyan li taxê û nexweşxaneyê tedbîrên ewlehiyê hildane.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse