Erdogan: Yên ji ciwanên xwe bawer nekin nikarin siberoja xwe bidest bixin

21-05-2023
RÛDAW
Nîşan Recep Tayyîp Erdogan ‌Hilbijartin 2023 Semsûr Ciwan Hilbijartinên Serokkomariyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan di çarçoveya hilbijartina 28ê Gulanê de serdana herêma erdhejê kir û ligel ciwanan civiya. Erdogan amaje bi wê yekê da ku yên ji ciwanên xwe bawer nekin nikarin siberoja xwe bidest bixin.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan îro Yekşemê 21ê Gulana 2023an li parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê ku yek ji parêzgehên herêma erdhejê ye bersiva pirsên ciwanan da.

Erdogan li ser pirsa “Nerîna we ji bo beşdarbûna ciwanan a rêveberiya dewletê çiye?” got wan di dema desthilata xwe de temenê mafê hilbijartinê û hilbijirînê destpêkê ji 30î daxistine 25 û piştre jî kirine 18 û wiha berdwam kir:

“Em ji ciwanên xwe bawer in. Em neviyên Fatih Sultan Mehmetin ku di 18 saliya xwe de serdemek girt û serdemeke nû vekir. Ji me re gotin ma em dê parlamentoyê bo zarokan bihêlin. Me jî ji wan re got ên ku ji ciwanên xwe ne bawer bin, nabin tiştek. Wek Hevpeymaniya Cumhur bi vî awayî me kar kir. Şikir ji Xwedê re niha li parlamentoyê hejmarek ciwanên me hene. Ji niha de hûn jî xwe ji bo hilbijartinan amade bikin. Em dixwazin we li parlamentoyê bibînin. Di her karekî dewletê de em dixwazin ciwanan bibînin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst