Li Sêrtê bûyera trafîkê: 7 kes birîndar bûn

21-05-2023
RÛDAW
Nîşan Sêrt Bûyera Trafîkê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Sêrtê ya Bakurê Kurdistanê otomobîl û kamyonetekê li hev dan û di encam de 7 kes birîndarbûn.

Li gor agahiyan îro Yekşemê 21ê Gulanê 2023an li ser rêya Sêrt û Misircê otomobîlek û kamyonetek li hev ketine û di encam de her du otomobîl jî wergeriyane.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirûstiyê û polîs çûne cihê bûyerê û midexaleya destpêkê kirine.

Li gor zanyariyan her du şofêr jî di nav de 7 kes birîndar bûne û birîndar bo Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdê ya Sêrtê hatine veguhestin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst