Cotkarên Kerkûkê ji tirsa artêşê û Erebên hawirde zûtir dest bi dirûna zeviyên xwe dikin

21-05-2023
RÛDAW
Cotkarên Kerkûkê ji tirsa artêşê û Erebên hawirde zûtir dest bi dirûna zeviyên xwe dikin
Cotkarên Kerkûkê ji tirsa artêşê û Erebên hawirde zûtir dest bi dirûna zeviyên xwe dikin
Nîşan Kerkûk Genim û Ceh Erebên Hawirde
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Kerkûkê cotkaran ji tirsa artêşê û Erebên hawirde zû dest bi dirûnê kirine, ji ber wê jî pirsgirêkên wan hene ku genimê wan şil e û li şûna silo, cotkar neçar dibin li bazara derve bi buhayekî kêmtir bifiroşin.

Cotkarekî ji gundê Pelkane yê Kerkûkê Faxîr Îsmaîl got, “Me zû dirûn, genimê me niha şil e, silo jî yên şil nakire yan jî bi pereyekî hindik dikirin, me niha ji bo paqijkirinê aniye vir.”

Bi dehan barhilgirên genim barkirî li benda vekirina siloyê ne. Bazira genim li siloyên Kerkûkê dest pê kir. Rayedarên Hikûmeta Iraqê ferman dane sîloyan ku genimên bi plan û bê plan werbigirin.

Rêveberê Giştî yê Bazirganiya Dexlûdan a Iraqê Heyder Nûrî got, “Dê bi plan an bê plan were radestkirin. Hin aliyên duyemîn hene wek peymana wê heye yan na. Ev jî pisporiya Wezareta Çandiniyê ye, di piraniya civînan de me li ser hêsankariya ji bo cotkaran li hev kir.”

Tê pêşbînîkirin ku berhemanîna genim li Kerkûkê di navbera 450 hezar û 500 hezar ton de be. Silo ji bo tonek genim 850 hezar dînar diyar kiriye. Di labaratuaran de pişkînin li ser genim tê kirin û paşê tê wergirtin.

Berpirsê endezyarên beşa laboratuwara siloya Kerkûkê Şeref Ehmed got, “Li gor rênimayan genim wek salên borî yek pile ye, wek salên berê ne yek û du ye.”

Hikûmeta Iraqê plan dike ku îsal hemû genimê navxwe yê berdest werbigire û tê texmînkirin ku berhemanîna wê 4.6 milyon ton e ku pêwîstiya Iraqê salane bi 4.6 milyon ton heye. Biryar e li gel radestkirina genim jî çekên bankan bidin cotkaran. Li Kerkûkê tenê siloya giştî dikare 350 hezar ton genim bihewîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst