Li Amedê pîsbûna hewayê benda Rêxistina Tenduristî ya Cîhanî derbas kiriye

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Fakulteya Fenê ya Zanîngeha Dîcleyê Prof. Dr. Ahmet Kiliç diyar kir ku nifûsa parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê gehiştiye 1 milyon û 804 hezar û 880 kesan û asta pîsbûna hewaya wê jî benda Rêxistina Tenduristî ya Cîhanî (WHO) derbas kiriye.

Li seranserê cîhanê li gor pisporan gaza bi jehr ku ji otomobîlan û qadên pîşesaziyê derdikeve dibe sedema pîsbûna  hewayê û wek çareseriyê jî berfirehkirina qadên kesk, çandina daran û otomobîlên bi elektrîkê dibînin.

Prof. Dr. Ahmet Kiliç amaje bi wê yekê dide ku li parêzgeha Amedê jî her diçe hejmara nîştecihan zêde dibe û ligel ku qada pîşesaziyê nîne lê ji ber zêdebûna otomobîlan asta pîsbûna hewayê benda Rêxistina Tendirûstî ya Cîhanî derbas kiriye.

Kiliç ji bo çareserkirina pirsgirêka pîsbûna hewayê dibêje, “Tenê li nav bajêr zêdeyî 1 milyon kes dijîn û qadên kesk gelekî kêm in. Bexçeyên Bereket û Hevselê hene lê ev têrî paqijkirina bajarekî 1 milyon kesî nake. Di pîsbûna hewaya bajêr de hejmara otomobîlan girîng e. Ji ber qadên pîşesaziyê zêde nînin. Ji bo paqijkirina hewayê divê hejmara otomobîlan kêm bibe û corê sotemeniyê jî girîng e.”

Li gor rapora Rêxistina Tendirûstî ya Cîhanî (WHO) ya sala 2022an Tirkiye di nav 131 welatên ku hewaya wan pîs de di rêza 45an de ye û bajarê herî qirêj yê herêma Ewropayê Îdira Bakurê Kurdistanê ye. Herwiha li 10 parêzgehan ku Amed jî di nav de ye asta pîsbûna hewayê benda 5 ug/metrekup derbas kiriye.