Li Rojavayê Kurdistanê baran û zîpikê zirar gihand çandiniyê

Hewlêr (Rûdaw) - Şeva bihorî li gelek navçe û bajarên Rojavayê Kurdistanê baranek xurt û zîpik barî û li hin navçeyan baranê zirar gihande berhemên çandiniyê.

Li gor wan dîmenên ku gihiştine Tora Medyayî ya Rûdawê, şeva bihorî barene xurt li gelek bajar û bajarokê parêzgeha Hesekê bariye.

Li Rojavayê Kurdistanê û navçeyên Rêveberiya Xweser, li Hesekê, Qamişlo, Til Temir, Amûdê, Til Berak, Til Beyder, Dêrezor û Meyadînê baran bariye.

Li gor Rêveberiya Keşnasiya Sûriyê, barana herî zêde li Til Temirê bûye û li wê navçeyê nêzîkî 88 mm baran bariye.

Herwiha li bajarê Hesekê 1.5 mm, li Qamişlo 3 mm, li Til Berak 32 mm, li Amûdê 1.5 mm, Til Beyder 12 mm, Dêrezor 4.3 mm, Meyadîn 2.2 baran bariye.

Li Til Timer û gundewarê wê, barana zêde û zîpikê ziyan gihandiye berhemên çandiniyê yên navçeyê.

Li gor agahiyan, di encama barîna zîpikê û barana zêde de zirar gihîştiye zeviyên çandiniyê yên gundên Um Mesamîr, Şiwêş û Terşe û Til Hefyanê.

Heta niha bi temamî nehatiye zanîn ziyan gihiştiye çend hektar erd û berhemên çandiniyê. Komîteya Çandiniyê ya navçeya Til Temirê hêj bi fermî ti amarek derbarê ziraran de belav nekiriye.