Li Rojhilatê Kurdistanê bi lêdana birûskan 5 kesan canê xwe ji dest dan

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgehên Îlam, Sine û Kirmaşanê yên Rojhilatê Kurdistanê tenê di rojekê de bi lêdana birûskê 5 kesan canê xwe ji dest dan.

Roja 20ê Gulana 2023an sê welatiyên ji Êwan, Lewmar û Sîrwan ên parêzgeha Îlamê, welatiyekî xelkê bajarê Giyelan ê parêzgeha Kirmaşanê û welatiyekî ji Seqiz a ser bi parêzgeha Sineyê ve ji ber lêdana birûskê canê xwe ji dest dan.

Navenda Peywendiyên Giştî ya Zankoya Zanistên Pizîşkî ya Îlamê ragihand, piştî nîvroya roja Şemiyê, li bajarên Êwan, Lewmar û Sîrwanê sê kes di encama lêdana birûskan de birîndar bûne lê tevî hewlên rizgarkirinê jî canê xwe ji dest dane.

Bûyereke din a birûskê li devera Melekşayê ya heman parêzgehê rû da û di encamê de kesek birîndar bû. Li parêzgeha Sineyê jî welatiyekî 17 salî yê xelkê gundê Parsaniyan a bajarê Seqizê ku bi bavê xwe re karê çandiniyê dikir, bi vedana birûskê canê xwe ji dest da.

Li Kirmaşanê jî welatiyekî ji ber vedana birûskê canê xwe ji dest da.

Rêvebirê beşa Hawarçûnê ya Zankoya Zanistên Pizîşkî ya Kirmaşanê Mesûd Qela Sefîdî şeva borî ragihand ku şeva Şemiyê li gundê Gul Xirekî Jorê yê bajarê Giyelanê birûskê li mêrekî daye û canê xwe ji dest daye. Roja Înê jî welatiyekî din li parêzgeha Kirmaşanê bi lêdana birûskê canê xwe dest dabû.

Li parêzgeha Kirmaşanê di du mehên borî de, ev heftemîn kes e ku ji ber lêdana birûskê canê xwe ji dest dide.