Kampa Mexmûrê hat bombebarankirin

Hewlêr (Rûdaw) - Qaymeqamê Mexmûrê ji Rûdawê re ragihand Kampa Mexmûrê hat bombebarankirin. Qaymeqamê Mexmûrê jî ragihand ku di encama êrişê de 2 kesan canê xwe ji dest dane.

Qaymeqamê Mexmûrê Rizgar Mihemed ji Rûdawê re ragihand, balafirek bê mirov di saet 13.00an de Kampa Mexmûrê ku penaberên Bakurê Kurdistanê lê dimînin bombebaran kir.

Li gorî agahiyên Rûdawê bi dest xisitine, di êrişê de otomobîlek hatiye armanckirin.

Rizgar Mihemed da zanîn ku di encama bombebaranê de 2 kesan canê xwe ji dest dan.

Herwiha medyaya nêzîkî PKKê jî dibêje di bombebaranê de ciwanek birîndar bû û piştî êrişê ciwan rakirin nexweşxaneyê.

Her îro Şemiyê 21ê Gulana 2022yan nahyeya Axceler a navçeya Çemçemal a Silêmaniyê, droneke Artêşa Tirkiyê otomobîlek kir armanc û di encamê de 5 kesan canê xwe ji dest dan.

Rêveberê nahyeyê ji Rûdawê re ragihandibû, ew otomobîl yê encumenê gundê Tuteqelanê bûyê, di wê otomobîlê de 2 welatiyên gundên Tutaqelan û Serçinarê û 3 gerîlayên PKKê jî canê xwe ji dest dan.