Encûmena Êzidiyan: Ciwanên Şoreşger keçeke Êzidî revand

Hewlêr (Rûdaw) - Encûmena Êzdiyên Sûriyê ragihand ku Ciwanên Şoreşger ya nêzîkî Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) keçeke Kurda Êzdî ya bi navê Sîlva Hemîd Cafer,  li taxa Şêx Meqsûd,  li ser rêya dibistanê hat  revandin û ji bo cihekî ne diyar birine.

Encûmena Êzidiyên Sûriyê di daxuyaniyekê de ragihand: “Rêxistina Ciwanên Şoreşger, Sîlva Hemîd Cafer ku ji gundê Basûfanê yê Efrînê, li ser riya dibistanê li taxa Şêx Meqsûd a Helebê revandin û ber bi cihekî nediyar ve birin.”

Encûmena Êzdiyên Sûriyê di daxuyaniya xwe de wiha dibêje malbata Sîlva Hemîd Cafer,  ji bo zanîna çarenivîsa keça xwe, bi berpirsên PYD, Rêveberiya Xweser, Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û Encûmena Sûriya Demokratîk (MS)ê re axivî ne û xwestine pirsê dûrî ragihandinê çareser bikin û Sîlva bê vegerandin, lê derket ku ew hemû alî nikarin wê vegerînin.

Encûmena Êzidiyên Sûriyê diyar kir ku Sîlav Hemîd Cafer nexweş û dibêje: “Piştî çar salan ji koçberkirina bi deh hezaran xelkê Efrînê ber bi herêmên di bin kontrola Rêveberiya Xweser li Helebê û kampên Şehba de, eşkere bû ku jiyana wan ji metirsiyê ne dûr e. Rêxistina Ciwanên Şoreşger a Partiya PYD (PKK) bi awayekî terorîstî bi revandina zarokên temen biçûk ji destên dayikên wan û birina wan bo eniyên nediyar berdewam e.”

Encûmena Êzdiyên Sûriyê di heman demê de destnîşan kir ku ne tenê revandina Sîlva ji ber ku Êzdî ye, ew revandina hemû zarokan ji aliyê Ciwanên Şoreşger ve şermezar dikin got: “Wek karekî terorî û binpêkirineke eşkere ya mafên mirovan e, ne kêmî binpêkirinên grûpên çekdare li Efrîn û Serê Kaniyê û hemû navçeyên di bin kontrola Tirkiyê de ye.”

Ew Encûmena Êzdiyên Sûriyê PYD û HSD berpirsên revandina Sîlva Cefer û hemû zarokên din dibîne û ji hemû rêxistinên navdewletî yên peywendîdar, Rêxistina Navdewletî ya parastina jin û zarokan û şanderê Neteweyên Yekbûyî ji bo Sûriyê Geir Pedersen xwest ku destêwerdanê bike û givaşê li HSDê bike ku wan “binpêkirinan” rawestîne.

Encûmena Êzdiyên Sûriyê bibîr dixe: “Berpirsê leşkerî yê Hêzên Sûriya Demokratîk bi xwe jî di sala 2019an de daxwaznameya Netewên Yekgirtî îmze kiriye û soz daye ku zarok û biçûkan nerevînin û her kesê di bin 18 saliyê de yekser ji yekîneyên PYD derxin.”