Hewlêr (Rûdaw) – Li Rojhilatê Kurdistanê di navbera pêşmergeyên PDKÎ û hêzên Îranê de şerekî dijwar derket û li gor daxuyaniya PDKÎyê ji her du aliyan kuştî û birîndar hene.
Şerê navbera pêşmergeyên Partiya Demokrata Kurdistana Îranê û hêzên Îranê, şeva Çarşemê 19ê Gulanê û di navbera herdu bajarên Mihabad û Bokanê yên ser bi parêzgeha Urmiyê ve çêbûye.
Dezgeha Fermandariya Hêza Pêşmerge ya PDKÎ çêbûna şer di navbera pêşmergeyên xwe û hêzên Îranê de piştrast kiriye û derbarê bûyerê de daxuyaniyek nivîskî belav kiriye û ragihandiye, tîmeke pêşmergeyên wê partiyê ketine kemîna hêzên Îranê.
Li gor daxuyaniya PDKÎ, şer û pevçûna navbera pêşmergeyên wan û hêzên Îranê, “demjimêr 01:30 sibehî ya Pêncşemê 20ê Gulana 2021 di navbra gundên Berdemêş, Zigdiraw û Qerebulax de û li ser rêya Burhan a navbera Mihabad-Bokanê çêbûye.”
Di daxuyaniyê de tê gotin, ku “Mixabin di encama pevçûnê de pêşmergeyê çiya Enwer Nesîrî Çiyane naskirî bi Simko Mehmel û pêşmegergeyê bajêr heval Sohrab Xedîrpûr naskirî bi Şaxewan û xelkê bajarê Mihabadê şehîd bûne.”
PDKÎ herwiha dibêje, hêzên Îranê jî di şer de hejmarek kuştî û birîndar dane, lê hejmara wan aşkere nekiriye.
Dezgeha Fermandariya Hêza Pêşmerge ya PDKÎ diyar jî kiriye, ku “hejmarek pêşmergeyên demokrat ji kemîna hêzên Îranê filitîne û ji cihê şer dûr ketine.”
Hikûmeta Îranê û hêzên çekdar ên wî welatî derbarê bûyerê de ti agahiyeke fermî belav nekirine, lê medyayên ser bi Supaya Pasdaran ve amaje bi rûdana şer û pevçûnekê di navbera hêzên Îranê û pêşmergeyên partiyeke Rojhilatê Kurdistanê kirine.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse