Baroya Colemêrgê derbarê destdirêjiya li ser zaroka 5 salî de daxuyanî da

Hewlêr (Rûdaw) - Li gundikê Benavoka navçeya Rûbarokê ya Colemêrgê zarokeke keç a 5 salî ji aliyê xizmê xwe Tacettîn G. ve rastî destdirêjiyê hat. Hat zanîn ku keça 5 salî li Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê di bin cavdêriya hûr de ye û rewşa tendirûstiya wê xirab be.

Pişti destdirêjiyê Tacettîn G. hat desteserkirin. Baroya Colemêrgê ragihand xizmên Tacettîn G. guvaşan li ser malbata zrokê dike, ji bo ku malbata zarokê nebe gilîker.

Herwiha Baroya Colemêrgê diyar kir ku ji niha pê ve ew ê li qonaxên darazê bişopînin û ew ê bi malbata zarokê re bin.

Baroya Colemêrgê di derbarê bûyerê daxuyaniyek belav kir û tê de dibêje “Li gundikê Benavoka ê Gundê Bêsosin a ser bi navçeya Rûbaroka Colemêrgê di 16.05.2021an de, zaroka bi navê B.S ya 5 salî ku bi malbata xwe re dijî, tê gotin ji aliyê Tacettîn G. ve yê ku wek mêvan hatiye mala wan û hat diyarkirin ku ew li navnîşana xwe rastî îstismar û destdirêjiya zayendî hatiye. Bertawan Tacettîn G. di 17.05.2021an de hatiye desteserkirin, di heman dîrokê de hatiye girtin. Ji gava yekem me bihîst ku bûyer qewimiye, ji bo ku pêvajoya hiqûqî bi awaye bibandor bê meşandin, me ji nêzik ve şopand.”

Baroya Colemêrgê di daxuyaniyê de bal kişand ser wê yekê malbata bertawan ji ber ku ser bûyera destirêjiya zayendî bigrin û malbata B.S serî li rêyên hiqûqî nede guvaşan li ser malbatê dikin û rîspiyê gund dikin wek navbeynkar.

Di berdewamiya daxuyaniyê de amaje bi yekê tê kirin ku ew ê li qonaxên darazê bişopînin û ew ê bi malbata zarokê re bin wiha bang kir “B.S a 5-salî, ku bûye mînakek berbiçav a tundiya mêr, ji bo ku ev travma bêtir kûrtir nebe û ser pêvajoya hiqûqî neyê girtin, em bang li her kesî dikin ku xwedî li vê pêvajoya hiqûqî derkevin.”