Li Efrînê çekdaran dest danî ser bi hezaran darên zeytûnan

21-05-2021
RÛDAW
Nîşan Efrîn Rojavayê Kurdistanê Grûpên Çekdar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Efrînê Lîwaya Semerqend dest danî ser bi hezaran darên zeytûnan.

Li gundê Kefer Sefrê yê li navçeya Cindrêsê ya Efrîna Rojavayê Kurdistanê, çekdarên grûpa Lîwa Semerqend a oposizyona Sûriyê, ku ser bi Tirkiyê ve ye, dest danîne ser bi hezaran darên zeytûnan.

Li gorî jêderên xwecihî, ew darên zeytûnan ku çekdaran dest bi ser de girtiye, yên 50 welatiyên Kurd in, ku ji ber êrîşa Tirkiyê ya 2018an bo ser Efrînê derbider bûne.

Di destpêka vê mehê de jî, çekdarên Lîwaya Semerqend bi hezaran darên zeytûnan yên xelkê Kefer Sefrê birîbûn.

Her li gorî çalakvanên xwecihî, ji destpêka ku çekdarên Lîwa Semerqend derbasî gundê Kefer Sefrê bûne ve, wan 3900 darên fêkî yên gund li ber çavên gundiyan birrîne, kirine êzing û li bazaran firotine.

Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdarên ên tundrew ku ser bi opozisyona Sûriyê ve ne û Tirkiye piştevaniya wan dike, roja 20ê Çileya 2018an êrişeke berfireh a bejayî û asmanî bo ser Efrînê dan destpêkirin ku di bin kontrola hêzên Kurdî de bû.

Piştî wê êrişa berfireh a bi her cor çekên giran, bajarê Efrînê roja 18ê Adara 2018an ket destê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar.

Di encama êrişên giran û ketina bajêr bo destê çekdaran de, bi sed hezaran xelkê Kurdan mal û warên bicî hiştin û ketin ser rêyên koçberiyê.

Herwiha ji wê roja ku Efrîn ket bin kontrola artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên opozisyona Sûriyê, binpêkariyên li hember welatiyên Kurd li wê herêmê berdewam in.

Heta niha ji aliyê rêxistinên xwecihî û navdewletî ve bi dehan binpêkariyên li dijî xelkê sivîl hatine tomarkirin ku ji aliyê çekdarên girêdayî Tirkiyê ve hatine encamdan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst