Li Rojava ji ber ava qirêj nexweşî di nav zarokan de belav dibin

21-05-2021
Vîviyan Fetah
Vîviyan Fetah
Di mehekê de 1359 kes ji ber bepaqijiya ava vexwarinê jehrî bûne (Grafîk: Abdulbasît Ibrahîm/Rûdaw)
Di mehekê de 1359 kes ji ber bepaqijiya ava vexwarinê jehrî bûne (Grafîk: Abdulbasît Ibrahîm/Rûdaw)
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Wêstgeha Elok Ava Qirêj Çemê Firatê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarên Rojavayê Kurdistanê û ji ber birrîna ava vexwarinê ya ji wêstgeha Elok, ji aliyê çekdarên opozisyona Sûriyê û artêşa Tirkiyê ve û herwiha ji ber kêmbûna asta ava Firatê, rêjeya pîsbûna ava vexwarinê zêde bûye û gelek nexweşî li nava xelkê belav bûne, bi taybetî di nav zarokan de.

Li gor amarên Desteya Denduristiyê li bajarê Hesekê ji meha derbasbûyî ve û heya 19 vê mehê, hezar û 359 kes, ji ber nepaqijiya ava vexwarinê bi jehrê ketine.

Welatî EbdullÎlah Elwerde dibêje, “Îltîhaba (ragirtin) roviyan pê re derketiye, ev çar roj in pileya germa laşê wê bilind bûye û nava wê diçe, bijîşk dibêjin ji ber avê wilo bûye, ava sîtêran ku jêderên wan nayên zanîn, piraniya wan ava bîrên şor in û hinek ji wan ava bîrên şêrîn in.”

Ava wêstgeha Elokê ku jêdera sereke ya ava paqij e, li ser bajarê Hesekê ji aliyê çekdarên ser bi Tirkiyê ve hatiye qutkirin, xelk neçarin, ji sîtêran 5 bermîl ava bîran, bi 7 hezar lîreyên Sûrî bikrin, lê aveke ku bi awayekî rasterast ji binê erdê diçe zikê mirovan bê ku ti kontrolek yan jî çavdêriyeke tenduristî li ser hebe, pizîşkên bajarê Hesekê di derbarê wêyekê de hişiyarî didin ku ava piraniya bîran li devera wan bi kêrî vexwarinê nayê.

Rêveberê Nexweşxaneya Niştimanî ya Hesekê Faris Hemo dibêje, "Av bi kêrî vexwarinê nayê, ne taqîmkiriye jî, xelk bi jehrê dikevin, heman nîşan û heman çareseriya jehriyê ye, sedema wê ave, eger paqij bibe wê dîsan hebe, lê bi rêjeyek normal.

Li heman bajarî û di heman demê de, 369 kes bi navêşê dikevin. Saziya avê ya girêdayî Rêveberiya Xweser ji aliyên navdewletî daxwaz dike, ji bo berdana ava Elokê destwerdanê bike.

Serokê Rêveberatiya avê li Hesekê Yehiya Ehmed Hemê got “em ber bi karesetekê ve diçin, niha havîn tê û xelk bi hewce ne, sê bîrên me yên ava paqij hene, em didin nexweşxaneyê û nanxaneya alî, yê zêde jî em didin komelgehan.

Miliyon û 200 hezar kes li herdû bajarên Hesekê û Til Temir ji ber girtina ava Elok, ji ava paqij bêpar dibin û berê xwe didin jêderin cûda cûda.

Herçende Rêveberiya Xweser par ji bo peydakirina avê behsa du projeyan kir, lê bi ser neketin û prsgirêka nebûna avê çareser nebûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst