Li Amedê îsal rêjeya hingiv daketiye

21-05-2021
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Li Amedê îsal rêjeya hingiv daketiye
Li Amedê îsal rêjeya hingiv daketiye
Nîşan Serok Barzanî HDP Başûrê Kurdistanê Artêşa Tirkiye Mêşvan Hingiv Amed Hişkesalî Alî Riza Demîr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hişkesaliyê li bajarên Bakurê Kurdistanê zirareke mezin da hilberandina hingiv jî. Li gorî yekitiya hilberînerên hingiv, tenê li Amedê ji ber hişkesaliyê îsal dê herî kêm 300 ton hingiv kêm bê bidestxistin.

Gelek mêşvan ketine tirs û xofa wê yekê ku bi hişkbûna kulîlkên nebatan re, nexweşî li mêşên wan jî bixe û mêşên wan ji nîvî zêdetir bimirin.

Ji ber ku îsal buharê pir kêm baran barî, li seranserê bajarên Kurdan hişkesaliyeke zêde çêbû. Nexasim jî li Amedê. Berhemên genim û ceh di nava zeviyan de hişk bûn.

Lê hişkesaliyê ne tenê li ser berhemên dexl û dan, li ser hilberîna hingiv jî bandoreke pir xirab kir.

Yek ji wan mêşvanên ku îsal li bendê ye berhemên wî kêm bin jî Zekî Yîgîtalp e. Ew 10 sal in vî karî dike û salane 250 kîlo hingivê organîk bi dest dixe. Lê îsal hişkesalî dê li berhemên wî jî bixe.

Mêşvan Zekî Yîgîtalp got “Pîşeya mêşvaniyê, pîşeya bapîrê min bû. Wî jî ev kar dikir. Bavê min jî her wisa. Min jî 100 sindoqên mêşan hene. Armanca min ew ku hingivekî xwezayî berhem bînim. Par rêjeya baranê baş bû û min karî 250 kîlo hingiv kom bikim. Îsal jî gul zû hişk bûn û nêzîkî 20 sindoqên me têkçûn. Ango mêşên min miribûn.”

Li bajarê Amedê 103 hezar kewarên mêşên hingiv hene. Li bajêr nêzî hezar mêşvan hene. Salane tenê li Amedê di ser milyonek û 500 hezar kîloyî re hingiv tê hilberandin.

Lê li gorî rêveberên Yekîtiya Hilberînerên Hingiv îsal ji ber hişkesaliyê herî kêm dê 300 ton hingiv kêm bê bidestxistin.

Serokê Yekitiya Hilberînerên Hingiv ên Amedê Alî Riza Demîr dibêje “li gorî hersal dê ji sedî 30 yê hingiv jinav biçe. Li van çolan em kedeke mezin didin, zehmetiyeke mezin dikşînin.”

Hilberîna hingiv li gorî zêdebûn û temendirêjiya kulîlkên cur bi cur ên nebatan zêde dibe. Îsal ji ber nebarîna baranê kulîlkên gelek nebatan beriya dema xwe hişk bûn. Niha mêşvan ditirsin

bi hişkbûna zû ya kulîlkan re êş û nexweşî bikeve nava mêşên wan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst