Li Duhokê 3 dermanxane hatin girtin

21-05-2021
RÛDAW
Nîşan Herêma Kurdistanê Duhok Dermanxane Wezareta Tendirustiyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Bi biryara Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê, sê dermanxaneyên li Duhokê bi sedema “hebûna dermanên neyasayî û bê çavkanî” hatin girtin.

Li gor daxuyaniya Wezareta Tendirustiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, “di berdewamiya kar û çalakiyên Beşa Çavdêriya Derman, serdana hejmarek dermanxaneyên li bajarê Duhokê hat kirin bi hemahengiya Polîsê Şaredariya Duhokê û Şaxa Duhokê ya Sendîkaya Dermansazan, di vê çarçoveyê de lidûvçûn û lêgerîn hat kirin ji bo dîtina dermanên bê çavkanî û neyasayî. Di encamê de sê dermanxane hatin girtin, bi sedema hebûna dermanên neyasayî û bê çavkanî.”

Wezareta Tendirustiyê dibêje, tîmên wan dest bi ser wan dermanan de girtine û dermanxane jî bi cezayên maddî hatine sizadan, herwiha di beşa yasayî ya rêveberiya tendirustiyê ya ser bi wezaretê de jî xwediyên dermanxaneyan hatine neçarkirin ku soznameya yasayî îmze bikin.

Di daxuyaniya xwe de, Wezareta Tendirustiyê tevahiya cihên dermansaziyê, “dermanxane, depoyên dermanan, nexweşxaneyên taybet û kompaniyên dermanan agahdar kiriye, ku xwe ji dermanên bê çavkanî dûr bigirin” û ragihandiye, eger ew wê yekê nekin, “dê bi tundî bêne sizadan û bêne darizandin.”

Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê herwiha hemwelatiyan piştrast dike, ku tîmên wan dê berdewam bin li ser hewlên xwe û lêgerîna li pey binpêkerên yasayê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst