Xaça Sor a Navdewletî derbarê rewşa Rojavayê Kurdistanê de hişyarî da

21-05-2020
RÛDAW
Nîşan Rojava Xaça Sor a Navdewletî Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêxistina Xaça Sor a Navdewletî derbarê xirabbûna rewşa Rojavayê Kurdistanê û navçeyên di bin deshilata Rêveberiya Xweser de hişyarî da.

Berpirsê Ofîsa Xaça Sor a Navdewletî li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê, Kerîm Mehmûd ragihand, ku “bandorên şer, kêmbûna ava vexwarinê, kêmbûna xwarin û dermanan, kêmiya elektirîkê, xirabbûna rewşa aborî, jidestdana derfetên kar û zêdebûna bêkariyê û bilindbûna nirxên kelûpelan, her wek koronayê cihê dilgiraniyê ne bo wan milyonan kesên ku li bakurê rojhilatê Sûriyê dijîn.”

Herwiha Birêvebirê Şaxa Rojhilata Navîn a Komîteya Navdewletî ya Xaça Sor Fabrizio Carbonî ragihand, ku metirsî heye krîza aborî li wan navçeyan aloztir bibe.

Fabrizio Carbonî herwiha got: “Metirsî heye krîzên kûr xirabtir bibin, ev yek di demekê de ye ku bala cîhanê li ser pandemiya koronayê ye.”

Xaça Sor dide zanîn, ku li navçeyên di destê Rêveberiya Xweser de, tenê 16 nexweşxane hene, ku ji wê hejmarê jî tenê nexweşxaneyek bi tevahî çalak e, û 8 ji wan nexweşxaneyan jî nîvenîv çalak in, di demekê de ku yên din çalak nînin û xizmetguzariyên tendirustî têde nayên pêşkêşkirin.

Hişyariya komîteya navdewletî ya Xaça Sor di demekê de ye, ku ew xalên sînorî yên ku di rêya wan re kelûpelên xwarinê û pêwîstiyên din ên alîkariyên navdewletî digihîştin nav Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê, hatine kêmkirin, wek mînak êdî ji deriyê sînorî yê Til Koçer re ti alîkariyên navdewletî nayên şandin.

Encûmena Asayişa Navdewletî ya ser bi Netewên Yekgirtî ve, di civîna xwe ya destpêka îsal de biryar dabû, ku hejmara wan deriyên sînorî ji 4 deriyan ve bo 2 deriyan kêm bike, ku di rêya wan re alîkariyên mirovî yên navdewletî bo Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê dihatin şandin.

Ragirtina şandina alîkariyên mirovî di rêya deriyê sînorî yê Til Koçer re bandorek mezin a neyênî li ser mnavçeyên di bin kontrola Rêveberiya Xweser de habûye.

Programa Xorakê ya Cîhanî amaje bi wê yekê dike, ku zêdetirî %50 ji xelkê Rojavayê Kurdistanê û navçeyên di bin desthilata Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de, xoraka pêwîst nînin û sedema sereke ya wê rewşê jî vegerandiye bo wan şerên ku di çend salên bihorî de li navçeyê hebûye.

Berdevka Programa Xorakê ya Cîhanî, Jessica Lawson dibêje: “Hejmareke zêde ya xelkê wê navçeyê çendîn car in ku aware bûne û piraniya deman jî kelûpel û pêwîstiyên wan hatine jinavbirin an hatine talankirin, wê yekê jî bandoreke mezin a neyênî li ser rewşa jiyanê li wê navçeyê hebûye.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst