Li Kerkûkê 5 rojan qedex hat ragihandin

21-05-2020
RÛDAW
Nîşan Kerkûk Qedexeya hatinûçûnê Coronavirus
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Endamekî Şaneya Krîzan a Parêzgeha Kerkûkê ragihand, di cejna Remezanê de li sînorê wê parêzgehê 5 rojan qedexeya hatinûçûnê hatiye ragihandin û tekez kir, ji roja Yekşemê 24ê Gulanê ve qedexe dest pê dike û heta Pêncşemê 28ê Gulanê didome.

Endamê Şaneya Krîzan a Parêzgeha Kerkûkê, Dilêr Semed da xuyakirin, heta demjimêr 12ê şeva Şemiya bihê hatinûçûn li sînorê parêzgeha Kerkûkê asayî ye, lê di rojên cejnê de hatinûçûn bi tevahî tê qedexekirin.

Hevdem parêzgarê bi wekalet ê Kerkûkê, Rakan Cibûrî ku di heman demê de serokê şaneya krîzan li parêzgehê ye jî, îro di daxuyaniyekê de ragihand, “bêhnvedana cejna Remezanê ji roja Yekşemê 24ê vê mehê ve dest pê dike û heta Pêncşemê 28ê vê mehê dom dike, lê belê ji roja duyem a cejnê ve dewama fermangehên çandinî, saylo û dexl û danan dest pê dike, paşê roja yekşemê 31ê Gulana 2020 jî dewama fermî li tevahiyadezgehên hikûmetê li Kerkûkê dest pê dike.”

Di vê daxuyaniyê de, Rakan Cibûrî amaje bi wê yekê jî dike, ku “di rojên Înê û Şemî yên bihê de, dewama liqên bankên Reşîd û Rafîdeyn, Rêveberiya Gencîne û Rêveberiya Xanineşîniya Kerkûkê berdewam dibe, hevdem rê bi hatinûçûna karmendên tendirustî û vekirina dermanxaneyan tê dayîn û asankarî bo veguhastina kelûpelên xwarinê û keresteyên tendirustî û bînasaziyê jî tê kirin.”

Rakan Cibûrî herwiha diyar kiriye, ku “di rojên cejnê û dema qedexeya hatinûçûnê de, sê benzînxaneyên hikûmî li nav bajarê Kerkûkê û benzîxaneyeke hikûmî li yekeyên îdarî tên vekirin, li wan cihên ku benzînxaneyên hikûmî lê nînin jî rê tê dank u benzînxaneyeke kerta taybet were vekirin.”

Li gor amarên fermî, heta niha li Kerkûkê 72 kes bi vîrusa nû ya koronayê COVID-19 ketine, ku 59 kes ji wan baş bûne û 2 kesan jî canê xwe ji dest dane. Herwiha niha 11 ji wan nexweşxan jî di jêr çavdêriya pizîşkî de ne.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst