Li Mêrdînê çûna derve bê mask hat qedexekirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê di çarçoveya tedbîrên rûbirûbûna vîrusa koronayê de çûna derve ya bê mask hat qedexekirin.

Li gor daxuyaniyekê ku ji aliyê Parêzgariya Mêrdînê ve hatiye belavkirin, li saziyên sektora giştî û sektora taybet, di nav otobus û otomobîlên taybet de, herwiha li park, ser sade û cihên giştî bikaranîna maskê neçarî ye.

Amaje bi wê yekê hatiye dayîn ku ew kesên pêbendê rênmayiyan nebin tên cezakirin û lêpirsîn ligel wan tê kirin.

Berê li 29 parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê çûna derve bê mask hatibû qedexekirin ku 6 ji wan parêzgehên Bakurê Kurdistanê bûn.

Qedexekirina çûna derve ya bê mask li parêzgeha Mêrdînê, hejmara wan parêzgehên Tirkiyê ku çûna derve ya bê mask qedexe ye gehiştiya 30an ku 7 ji wan parêzgehan ên Bakurê Kurdistanê ne.