Navenda Lêkolîna Rûdawê semînarek li dor doza Kurd li Almanya saz kir

21-05-2018
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Navenda Lêkolîna Rûdawê Hewlêr Semînar Kurd Almanya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Navenda Lêkolîna Rûdawê (RRC) îro li Hewlêrê semînarek derbarê doza Kurd di medyayên Almanyayê de û herwiha pêgeha Kurd di siyaseta Almanya de li dar xist.

 

Di semîanrê de, hejmarek welatiyên Herêma Kurdistanê û herwiha hejmarek ji kesên biyanî amade bûn, ku Rêveberê Beşa Siyasî ya Navenda Medyayî ya Fonk a Almanî, Jan Jessen û Nûnerê Partiya Sosyal Demokrata Almanya, Serdar Yuksel jî ji wan beşdarên semînarê bûn.

 

Nûnerê Partiya Sosyal Demokrata Almanya, Serdar Yuksel di semînarê de amaje bi wê yekê kir, ku Kurd û Pêşmerge bi nûneratiya cîhanê li dijî DAIŞê û grûpên tundrew şer kirine, lewma jî piştevaniya welatên rojavayî jii bo pêşmerge giring bû û pêwîst e ku ew piştevanî berdewam be.

 

Serdar Yuksel herwiha got: “Pêşmerge û Kurd bi rastî ji bo rojava şer kirine. Di şerê kesên tundrew de nûneratiya tevahiya rojava kirine, ji ber wê jî piştevaniya serbazî pêngaveke di cih de bû, pêwîst e rahênan û perwerdeya pêşmerge jî berdewam be. Hevdem pêwîst e hevkariyên mirovî jî di salên bihê de berdewam be.”

 

Ji bilî şerê DAIŞê, çend mijarên din ên têkildarî Kurd, weke referanduma serxwebûna Başûrê Kurdistanê, pêwendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê û Hewlêr û welatên rojavayî û herwiha rewşa mirovî ya wan aware û penaberên ku berê xwe dane Herêma Kurdistanê, di semîanrê de hatin gotûbêjkirin.

 

Rêveberê Beşa Siyasî ya Navenda Medyayî ya Fonk a Almanî, Jan Jessen jî di semînarê de axivî û derbarê siyaseta derve ya Almanya de amaje bi wê yekê kir, ku Almanya derbarê serxwebûna Başûrê Kurdistanê de li ser wê nêrînê bû, ku ew yek mijareke navxweyî ye û pêwîst e di nava Iraqê de danûstandin li ser were kirin û çareser jê re were dîtin, lewma bi gotina wî, Berlînê bi hestyarî li gel vê mijarê tevgeriyaye.

 

Jan Jessen herwiha destnîşan kir: “Bi nêrîna min siyaseta derve ya Almanya ya derbarê serxwebûna Kurdistanê de, tiştek têde hêla, ku bikare paşê pêngavekê di vê bareyê bihavêje. Almanya li gel wê yekê bû ku pirsên Iraqê di Iraqê de werin çareserkirin û danûstandin li ser were kirin.”

 

Bi giştî di semînarê de beşdarbûyan pirsên xwe yên derbarê siyaseta Almanya ya li hember Kurdistanê û herwiha nêrîna medyayên Almanya li ser pirsa Kurd, ji her du mêvanên semîanrê, Serdar Yuksel û Jan Sen pirsîn.

 

Beşek ji beşdarbûyên semînarê, ew rexne li medyaya almanî û hikûmeta wî welatî girtin, ku weke pêwîst giringî bi pirsa Kurd û kêşeyên Kurd li deverê nedaye, ew yek jî di demekê de ku Kurd bo aştî û seqamgîriya cîhanê, bi taybetî jî bo seqamgîriya welatên rojavayî şerê DAIŞê û grûpên tundajo kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst