Ziyareta Henan li Efrînê hat talankirin

21-05-2018
RÛDAW
Çekdarên opoizyona Sûriyê ziyaret û mizgevta Henan talan kirin.
Çekdarên opoizyona Sûriyê ziyaret û mizgevta Henan talan kirin.
Nîşan Efrîn Rojavayê Kurdistanê Ziyareta Henan Çekdar Opozisyona Sûriyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Çekdarên opozîsyona Sûriyê ku Tirkiyê piştgiriya wan dike, li Efrînê ziyareta Henan jî talan kirin,

 

Li gorî wan zanyariyên ku ji nava herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ve ji Rûdawê re tên şandin, binpêkariyên çekdarên opozisyonê di derheqê xelkê Efrînê û talankirina herêmê ji aliyê wan ve berdewam e.

 

Li gor dîmenên vidiyoyekê  ku bi destê Tora Medyayîya Rûdawê ketiye, li gundê Berada ku ser bi devera Şêrawa ya Efrînê ve ye, çekdarên ketîbeya El-Hemze ya opozisyona Sûriyê ku alîgirên Artêşa Tirkiyê ne, zeviyê welatiyekî li pêş çavê wî dişewitînin.

 

Çekdarên heman ketîbeyê beriya çend rojan êrîşî ser mala heman welatiyî kiribûn û 13 tenekeyên zeyta zetûnan û matora wî yê mazotê jî dizîbûn.

 

Di girte vidyoyeke din de ku bi dest tora medyayîya Rûdwê ketiye, grûpên çekdarên opozisyona Sûriyê yên ser bi artêşa Tirkiyê ve, mizgevt û ziyareta Henan ku 9 kîlometreyan dûrî bajarê Efrînê ye, li ser rêya di navbera Efrîn û Helebê talan kirine.

 

Ziyareta Henan, cihekî pîroz bû li Efrînê. Xelkê nexweşên xwe dibirin wir, li ser ziyaretê dua dikirin û bereket û xweşî dixwestin.

 

Ew ziyaret yek ji pîrozgehên herî navdar ên li herêma Efrînê, lê ew jî ji talana çekdarên opozisyona Sûriyê, ku pêştir dîmenên wan di dema dizîna elûk û mirşkên xelkê Efrînê de li gelek medyayan hatibû belavkirin, rizgar nebû.

 

Li ziyareta Henan, gora ronakbîr û siyasetmedarê Bakurê Kurdistanê Dr. Nûrî Dêrsimî jî hebû.

 

Li gorî dîmenên vîdyoyê ku ji Efrînê ve ji Tora Medyayî ya Rûdawê re hatiye şandin, çekdarên opozisyonê tiştek di ziyaretê de nehîştine.

 

Kesê ku vîdyoyê dikişîne bi xemgînî dibêje, ev der ziyareta Henan e ku hatiye talankirin. Kalemêrekî Efrînî jî bi tirs derbasî ziyaretê dibe, ew jî xemgîn e û dibêje: “Xwedê ji wan re nehêle.”

 

Di êrîşa ser Efrînê de ku ji aliyê Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdarên opozisyona Sûriyê ve di çileya bihorî de dest pê kir û heta 18 Adarê berdewam bû, bi sedan gundên herêma Efrîna Rojavayê Kurdistanê ji aliyê grûpên çekdarên opozisyona Sûriyê ve hatine talankirin û bi sedan jî kesên sivîlên Efrînê li ser destê wan grûpên çekdar hatine revandin û kuştin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst