Nûnerê Trump ji bo hewldaneke cidî tê Silêmaniyê

21-05-2018
Nîşan Amerîka Brett McGurk Tevgera Goran Hilbijartin Iraq
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Piştî hilbijartinên Parlamentoya Iraqê, 6 partiyên Kurdî mijara boykotkirina pêvajoya siyasî ya Iraqê gotûbêj dikin. Tê payîn ku Nûnerê Serokê Amerîkayê yê Hevpeymaniya Li Dijî DAIŞê Brett McGurk jî bi serdaneke neçaverêkirî were Silêmaniyê. Tê gotin, ev serdana McGurk ji bo wê yekê ye ku van aliyan razî bike daku biryareke wiha nedin.

 

Li gorî zanyariyên Rûdawê Brett McGurk îro yan jî sibe dê ji Bexdayê were Silêmaniyê û li gel karbidestên Yekîtiya Nîştîmanî ya Kurdistanê (YNK), Hevpeymanî bo Demokrasî û Dadperwerî, Nifşê Nû, Komela Îslamî û Yekgirtûya Îslamî hevdîtinan bike.

 

Armanca serdana Nûnerê Serokê Amerîkayê ew e, ku aliyên nerazî qayîl bike daku beşdarî pêvajoya siyasî ya nû ya li Iraqê bibin.

 

Endamê Civata Nîştîmanî ya Tevgera Goran Ebdulrezaq Şerîf di vê derbarê de got: “Tevgera Goran xwedî ezmûneke mezin e û dikare nîşan bide ku ti bandoreke Amerîka û Îranê li ser biryarên dawîn ên vê tevgerê nabe. Goran pêvajoya siyasî ya Iraqê boykot bike yan neke dê biryara dawîn Civata Nîştîmanî bide.”

 

Ebdulrezaq Şerîf eşkere kir, ku berî jî Amerîka û Îranê ji bo çend biryaran daxwaz ji Tevgera Goran kirine lê vê partiyê goh nedaye daxwazên wan welatan.

 

Şerîf got: “Amerîkiyan, McGurk bixwe gelek hewl da ku Serokê Parlamentoya Kurdistanê Yusif Mihemed civîna parlamentoyê ya derbarê yasaya serokatiya herêmê de 3 rojan paş bixe lê wê qebûl nekir. Herwiha Îran û Amerîkayê gelek hewl dan daku Yusif Mihemed vegere parlamentoyê lê Goran ev jî qebûl nekir.”

 

Ji bilî Tevgera Goran, Yekgirtûya Îslamî, Komela Îslamî, Hevpeymanî bo Demokrasî û Dadperwerî, Partiya Komûnîst û Partiya Sosyalîst û Demokratên Kurdistanê jî encamên hilbijartina 12ê Gulanê qebûl nakin û dibêjin “sextekarî” hatiye kirin.

 

Endamê Civata Rêveberiya Hevpeymanî bo Demokrasî û Dadperwerî Aram Heme Mîna dide zanîn, ku tenê ne Brett McGurk dê hin berpirsên din jî ji bo guftûgoyan werin Silêmaniyê.

 

Aram Heme Mîna dibêje: “Divê em bizanin ka ji bo van 6 aliyan di canteya McGurk de çi heye. Eger bixwaze bi dayîna kursiyek an du kursiyan van aliyan razî bike, nabe ev alî qebûl bikin, ku dengên hatine dizîn vala biçin.”

 

Wesa diyare dê vê heftiyê trafîka danûstanan li Silêmaniyê germ bibe. Du cemserên mezin ên li dijî hev, wate Amerîka û Îran, Brett McGurk û Qasim Silêmanî hewleke mezin didin ji bo zêdetir sîbera xwe daynin ser hikûmeta nû ya Iraqê. Ev yek jî bêyî qayilkirin û aramkirina Silêmaniyê ne gengaz e.

Silêmanî di Parlamentoya Iraqê de xwedî 18 kursiyan e. Berpirsekî partiyên nerazî dibêje, Qasim Silêmanî piştî hilbijartinan du caran hatiye Silêmaniyê û piştî hatina McGurk dê careke din jî were. Bi gotina wî berpirsî, “Pirsgirêka partiyên nerazî li gel Komîsyona Hilbijartinan e, ne ku li gel McGurk û Qasim Silêmanî.”

 

Aram Heme Mîna dide xuyakirin, ku Hevpeymanî bo Demokrasî û Dadperwerî dê li ser helwesta xwe bi rijd be û dibêje: “Eger partiyek ji van 6 partiyan helwesta xwe biguhere û hesabê dengderên xwe neke dê di paşerojê de ziyaneke mezin bibîne û dê dengderên xwe bê hêvî bike.”

 

Di nava heftiyekê de her 6 partiyên nerazî zêdetirî 10 caran civiyan. Li gorî zanyariyên Rûdawê aliyan biryar dane civînên xwe rawestînin û li hêviya encamên îtîraza xwe bimînin. Piştî ku komîsyona hilbijartinan îtîraza wan binirxîne dê biryara xwe zelal bikin û biryareke hevbeş bidin.  

 

Çavkaniyekî ji Tevgera Goran got, ku niha piraniya Goran dixwazin pêvajoya siyasî ya Iraqê were boykotkirin û diyar kir: “Lê ne şert e ji ber piranî wiha dixwaze em biryareke wiha bidin. Eger bizanin encamên boykotê dê zêdetir zirarê bidin Goran dibe biryareke wiha nedin.”

 

Li gorî zanyariyan YNK hewl dide Goran, Komel û Yekgirtû razî bike da ku Kurd bi tîmeke mezin vegerin Bexdayê. Lê van aliyan heta niha xwe nêzîkî vê daxwazê jî nekirine.

 

Biryarderê Civata Serkirdetiya Komela Îslamî Şivan Raber jî dibêje ku ew encamên hilbijartinan qebûl nakin û ji bo vegerandina dengên dengderên xwe ji aliyê yasayî û siyasî ve çi pêwîst be dê bikin.

 

Raber diyar dike: “Eger li cem McGurk pêşniyarên çareseriyê hebin dê Komel û partiyên din jî li ser van pêşniyaran karê hevbeş bikin.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst