Kompaniyeke Îtalî dest bi nûjenkirina bendava Derbendîxanê dike

21-05-2018
RÛDAW
Kompaniya Îtalî vê hefteyê dest bi nûjenkirina bendavê dike
Kompaniya Îtalî vê hefteyê dest bi nûjenkirina bendavê dike
Nîşan Bendav Derbendîxan Kompanî Îtalya Nûjenkirin
A+ A-

Derbendîxan (Rûdaw) – Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo bendava Derbendîxanê qasî milyarek dînar (derdora 833 hezar dolar) terxan kiriye û kompaniyeke Îtalî jî bi 30 milyon dolaran nûjenkirina bendavê girtiye ser stûyê xwe.

 

Pereyên ku hatine terxankirin, ji îro ve dê werin bi kar anîn û kompaniyeke Îtalî dê vê hefteyê dest bi pişkinîn û nûjenkirina bendavê bike. Banka Navdewletî qasî 30 milyon dolar li ser daxwaza hikûmeta Iraqê daye kompaniya Îtalî ku ew kompanî dê li ser nûjenkirina bendavê bixebite.

 

Rêveberê Bendava Derbendîxanê Rehman Xanî diyar kir: “Ji îro ve ew pere dê bikeve warê cîbicîkirinê û kompaniya Îtalî dê vê hefteyê dest bi pişkinîn û nûjenkirina bendavê bike.”

 

Tiştê ku heta niha hikûmeta Iraqê ji bo Bendava Derbendîxanê kiribû, tenê nûjenkirina çend avahiyeke hilweşiyayî ya ser bendavê ye. Milyarek dînar a ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî terxan kiriye, ji bo çêkirina jûra çavdêriyê ya bendavê û temamê xeta elektrîka bendavê ji bo xistina bin avê ye.

 

Qaymeqamê Derbendîxanê Nasih Mela Hesen ji Rûdawê re ragihand: “Hinek pişkinîn û lêkolînên bi hûrhilî hene ku bi kompaniya me nayê kirin, dê bi wê kompaniya biyanî were kirin ku vê hefteyê dê dest bi kar bike.”

 

Biryar e di dawiya vê mehê de dest bi berdana ava bendavê were kirin ji bo deştên navîn û jêra Iraqê. Herwiha bi rêya ava bendavê jî rojane 150 megawatt elektrîk tê berhemanîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst