Wezareta Ewqaf: Înê yan şembiyê Remezan dest pê dike

Hewlêr (Rûdaw) – Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî ya Herêma Kurdistanê ragihand, egereke zêde heye ku roja şembiya bihê yekemîn roja Meha Remezanê be.

 

Îro yekşembî 21ê Gulanê, Berdevê Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nebez Îsmaîl di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand: “Em bi wezaretên Ewqaf û Karûbarên Olî yên Erebistana Siûdiyê û Iraqê re di têkiliyê de ne, ji bo diyarkirina yekemîn roja meha Remezanê.”

 

Nebez Îsmaîl got: “Egera wê çendê zêde ye, ku roja şembiya bihê 27ê Gulana 2017ê yekem roja meha Remezanê li Herêma Kurdistanê be.”

 

Berdevkê Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî yê Herêma Kurdistanê amaje bi wê yekê jî kir, ku renge roja înê ya bihê 26ê Gulanê jî yekemîn roja Remezanê be û tekez kir:

 

“Êvariya roja pêncşembiyê em dê yekalî bikin ku yekemîn roja meha Remezanê roja înê ye yan jî roja şembiyê.”