Efûya Giştî li Amedê: Dewleta Tirk nîv milyon Kurd bêwar kirine

21-05-2016
RÛDAW
Nîşan Amed Kurdistan
A+ A-

Navenda Nûçeyan - Şandeyeke Efûya Giştî (Amnesty International) ku li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê lêkolîn li ser binpêkirina mafên mirovan dike aşkera kir ku Dewleta Tirkiyê 500 hezar hemwelatiyên Kurd bê cih û war kirine.

 

Şandeya sêkesî ya Efûya Giştî ango Amnesty International (AI) li navçeya wêran ya Sûrê geriyan.

 

Sekrêterê giştî yê AI, Salil Shetty ku serperiştiya lêkolînê kir li ser Twitterê wêneyekî cihê parêzer Tahir Elci lê hatibû kuştin belav kir û pirsî "devera bê mafên mirov?"

 

Shetty herwiha ragihand ku Dewleta Tirk ji bêwarkirina nîv milyon Kurdî berpirsiyar e.

 

Rêvebirê AI li Ewrûpa û Asyaya Navîn, John Dalhuisen jî bal kişand ku beriya salekê li 6 taxên Sûrê 24 hezar hemwelatî dijiyan lêbelê di encama şer de niha tu kes lê nemaye.

 

Dalhuisen wêneyekî devereke Sûrê belav kir û got: "hate bombebarankirin, bi buldozerê dûzkirin, û dûvre bi zorê kirrîn. Meriv ji vê rewşê re dibêje bêwarkirin."

 

Dalhuisen li ser wêneyekî Minareya Çarling nivîsand ku "qedexeya çûna derve hêjî tê sepandin li ser vî bajarokê xeyalet." Wî diyar kir ku kes nikare biçe Sûrê û şandeya AIyê bi izna parêzgariya Amedê derbasî wir bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst