Kampa Mexmûr êdî li benda nûçeyên mirina gerîllan namîne

21-05-2013
RÛDAW
A+ A-
Kampa Mexmûr (Rûdaw) - Wê dema ku li Qendîl û Enqerê çavdêrên siyasî li dîmenên vekişîna gerîllayên PKKê ji axa Tirkiyeyê dinerîn, Dûran li mala xwe ya biçûk li kampa Mexmûrê li wê vekişînê dinerî. Derdora hezar û 600 malbatên Kurdên Bakurê Kurdistanê li Kampa Mexmûrê rûdinin. Li vir pirr bi hûrbînî çavdêriya vekişîna gerîllan tê kirin, ji ber ku dora ji sedî 80yê malbatên vê kampê kurek yan keçek yan zilamekî wan gerîlla ye. 

Vekişîna gerîllayên PKKê ji axa Tirkiyeyê yek ji qonaxên bicîkirina aştiyê li Tirkiyeyê ye ku berê rêberê girtî yê PKKê Abdullah Ocalan û dewleta Tirkiyeyê li ser li hev kiribûn. 25ê meha borî jî serokê Konseya Serokayetiya Koma Civakên Kurdistanê KCKê, Murad Karayilan, roja 8ê vê mehê wek destpêkirina vekişînê îlan kiribû.

Hevjînê Dûran Ebdilxefûr gerîlla ye. Wek ew bi xwe dibêje zêdeyî salekê ye wê ew nedîtiye û niha bi hesreta vegera wî ye. Diyar e ku biryara vekişîna gerîllan şêniyên kampa Mexmûrê dilxweş kir, ji ber ku wek Dûran dibêje, gava gerîlla li çiyayên Tirkiyeyê bûn, ew li vir di xemeke mezin de bûn û herdem li benda nûçeyên mirina wan bûn: “Lê niha ew xema me nemaye.”

Dûran got “roja vekişîna gerîllan ji bo me û ji bo dayikên şehîdan rojeke dîrokî bû, em pê serbilind in û dilê me xweş e. Lê em xemgîn in jî ku heta niha bi sedan Kurd li zindanan in û heta niha nehatine azadkirin. Dewleta Tirkiyeyê hêzan li ser sînoran kom dike. Eger AKP dixwaze aştî here serî, bila dev ji van tiştan berde.”

PKK berê ragihandibû ku wê dora 2 hezar gerîllayên wê ji axa Tirkiyeyê bi grûpan vekişin. Lê hikûmeta Tirkiyeyê dibêje dora 1500 gerîlla wê vekişin, herwiha ragihandiye ku 700 gerîlla ti kêşeya wan a yasayî tine û dikarin bêyî lêpirsîn vegerin nav xizmên xwe.

Li gor medyaya Tirkiyeyê, di yekem qonaxa vekişînê de, ku roja 8ê vê mehê destpêkir, 100 gerîlla ji navçeyên Hekarî û Şirnexê vekişiyane nav axa Herêma Kurdistanê û firokeyên şer ên Tirkiyeyê jî çavdêriya vekişîna wan dikin.

Dûran ku di mala xwe de çend wêneyên Ocalan daliqandine, dibêje hertişt xilas nebûye û hêj xebat didome, lewma dixwaze hevjînê wê li Qendîlê bimîne û dibêje: “Kengî aştî bi tevahî çû serî, bila bi tevahî bê nav me.” Dûran berî 21 salan bi Haşim re zewicî. Ev 9 sal in li kampa Mexmûrê dimîne. Dema dipeyvî, ji kanaleke televizyonê diçû ser yeke din, da ku zanyariyên zêdetir li ser vekişîna gerîllan bizane. Navborî got: “Dixwazim ligel hevjînê xwe jiyaneke aram bijîm. Em dixwazin di nav aştiyê de bijîn. Em dixwazin di nav aştiyê de demeke xweş ligel malbatên şehîdan, gerîllayan û rêberê xwe de bijîn. Ev daxwaza her kesekî xwedî wîjdan e.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst