Li 3 bajarên Bakur qezayên trafîkê: 3 kes mirin û 16 jî birîndar in

21-04-2024
RÛDAW
Nîşan Şirnex Kilîs Mêrdîn Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgehên Şirnex, Kilîs û Mêrdînê yên Bakurê Kurdistanê di qezayên trafîkê de 3 kesan canê xwe ji dest da û 16 kes jî birîndar bûn.

Li Şirnexê otomobîla Hasan K.yê 57 salî ji rê derket û li darekê û piştre li otomobîla li aliyê din ê rê dihat ku Murta B.yê 38 şofêriya wê dikir qelibî.

Di encamê de tevî her du şofêran 3 kesên bi navê Yakup Y.yê 37 salî, Emre Y.yê 33 salî û Duran O.yê 56 salî birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, parastina sivîlan û polîs çûn cihê bûyerê.

Tîman birîndar veguhastin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.

Li nexweşxaneyê tevî hemû hewldanên bijîşkan Hasan K. û Duran O. canê xwe ji dest da.

Li Kilîsê jî otomobîlek ji rê derket û li sê kesan xist

Li parêzgeha Kilisî ya Bakurê Kurdistanê jî otomobîla ku zarokekî şofêrî dikir ji rê derket li sê kesan xist, di encamê de kesekî canê xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn.

Li taxa Ekrem Çetîna Kilîsê otomobîla ku H.Î.O.yê 14 salî şofêriya wê dikir ji rê derket û li kesê bi navê Ramazan Şerîfê 63 salî ku li kêleka rê sekinîbû û li du kesên ku li ser motorsîkletê yên bi navê C.H.E. yê 35 salî û zarokê 5 salî F.H.E. xist.

Di encamê de her 3 kes jî birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê birîndar veguhastin Nexweşxaneya Dewletê ya Prof. Dr. Alaeddin Yavaşca.

Li nexweşxaneyê tevî hemû hewldanan Ramazan Şerîf canê xwe ji dest da.

Zarokê ku otomobîl diajot jî ji aliyê polîsan ve hat desteserkirin.

Li Mêrdînê bûyera trafîkê: 11 birîndar

Li Li ser rêya Mêrdîn û Amedê li nêzîkî gundê Akresê jî îro 2 otomobîl li hev qelibîn û di encamê de 11 kes birîndar bûn.

Di encama bûyerê de kesên bi navê B.O, D.O, B.O, G.O, H.C, M.Ş, S.S, B.S, A.C, N.O. û Ş.O. yên di her du otomobîlan de birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û parastina sivîlan çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê birîndar birin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mêrdînê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst