Li Hesekê 40 kes bi gumana DAIŞê hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê 40 kes bi gumana endamtiya şaneyên DAIŞê hatin desteserkirin.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û Hêzên Ewlehiya Hundirîn doh li Hesekê li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞê operasyoneke ewlehiyê dabû destpêkirin.

Ew operasyon îro bi dawî bû.

Navenda Ragihandinê ya HSDyê derbarê encamên operasyonê de daxuyaniyek da.

HSDyê diyar kir ku şaneyên DAIŞê dixwazin kiryarên terorî zêdetir bikin û lewma hewl didin ku li Rojavayê Kurdistanê xwe bi rêk bixe.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku di operasyona Hesekê de 40 kes bi gumana endamtiya şaneyên veşartî yên DAIŞê hatin desteserkirin.

HSDyê herwiha amaje bi wê yekê kir ku êrişên DAIŞê îspat dikin ku metirsî û gefa DAIŞê li ser herêmê û hemû cîhanê berdewam dike.

Herî dawî HSDyê bangî civaka navneteweyî kir ku berpirsyariyên xwe yên li hemberî DAIŞê bi cih bînin.