Rimêlan: Grûpeke çekdar êrişî baregeha Amerîkayê kir

21-04-2024
RÛDAW
Nîşan Rimêlan Amerîka Grûpên Çekdar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Grûpeke çekdar ji navçeya Zumarê yê Nînowayê bi mûşekan êrişî baregeheke leşkerî ya Amerîkayê ya li Rojavayê Kurdistanê kir.

Hêzên Amerîkayê yên li baregeha leşkerî bersiva êrişa mûşekî daye.

Çend çavkaniyan ji Rûdawê re ragihand ku êriş saet 10:00an hatiye kirin.

Hat ragihandin ku baregeha leşkerî ya Amerîkayê ya bûye armanca êrişa mûşekî li Rimêlana Rojavayê Kurdistanê ye.

Li gorî zanyariyan, piştî êrişa mûşekî, balafirên şer ên Amerîkayê baregeha grûpa çekdar bombebaran kiriye.

Heta niha li ser zerer û ziyanan ti agahî nehatine belavkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst