Piştî 48 salan ji Dadgeha Destûrê biryara erdheja Liceyê

Hewlêr (Rûdaw) - Dadgeha Destûrê ya Tirkiyê, derbarê erdheja 6ê Îlona 1975an a Liceyê de biryar da ku mafê milk (mulkiyet) ê mexdûrên ku xaniyên wan nehatine çêkirin, hatiye binpêkirin.

Li navçeya Liceyê ya ser bi parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê ve, 6ê Îlona 1975an erdhejek bi hêza 6.6 pile çêbûbû û di encamê de 2 hezar û 385 kesan canê xwe ji dest dabûn.

Di encama erdhejê de li herêmê 8 hezar û 159 xanî yan hilweşiyan an jî zerareke zêde dîtin, ku dewletê qebûl kiribû zerara welatiyan dabîn bike.

Salên 1975 û 1976an li navçeyên Lice, Pasûr û Hênê, 7 hezar û 115 xanî hatin çêkirin û radestî welatiyan hat kirin. Lê tevî ku di ser erdhejê re 48 sal derbas bûne xaniyên hezar û 44 kesan nehatin çêkirin.

Gundiyên Şêxanê yê navçeya Liceyê ji ber zerara wan nehat dabînkirin û xaniyên wan nehatin çêkirin sala 2016an li 2emîn Dadgeha Îdarî ya Amedê doz vekirin.

Di encama lêkolînên dadgehê de hat tespîtkirin, ku divê xaniyên mayînde bo mexdûrên erdhejê bê dayîn, lê li şûna wan xaniyên prefabrîk hatine dayîn û tapûya wan jî bo welatiyan nehatiye çêkirin.

Gundiyên Şêxanê piştî ku mafê xwe li dadgeha herêmî bidest nexistin, serî li Dadgeha Destûrê ya Tirkiyê dan.

Li gor medyaya Tirkiyê, Dadgeha Destûrê biryar da û ragihand, mafê milk (mulkiyet) ê welatiyan hatiye binpêkirin û divê bi armanca dabînkirin û ji holê rakirina zerarên binpêkirinê li dadgeha herêmî doz careke din bê dîtin.