Saziya Keşnasî ya Tirkiyê hişyariya lehiyê da

Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Keşnasî a Tirkiyê ji bo gişt parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê hişyariya barana zêde da û ragihand, divê ji bo egera lehiyê tedbîrên pêwîst bên wergirtin.

Saziya Keşnasî ya Tirkiyê îro Înê 21ê Nîsana 2023an ragihand ku li seranserî Tirkiyê dê baraneke zêde bibare û bi taybet li parêzgehên Colemêrg, Dîlok, Semsûr, Êlih û Sêrtê yên Bakurê Kurdistanê ligel baranê dê ba û bahoz hebe.

Li gor daxuyaniya saziya navborî, li gişt herêmên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê roja yekemîn a Cejna Remezanê dê baran bibare û li çend deveran jî dê ba û bahoz hebe û divê tedbîrên pêwîst bên wergirtin.

Herwiha hatiye ragihandin ku dê pileya germê kêm nebe û tê pêşbînîkirin ku barîna baranê heta roja Şemiyê berdewam be.

Doh 20ê Nîsanê li çend parêzgehên Bakurê Kurdistanê barîna baranê destpêkiribû û li navçeya Bazarcixê ya Mereşê jî ku navenda erdhejên 6ê Sibatê bû ji ber ba û bahozê li gor amarên Wezîrê Tendirustî yê Tirkiyê 1 kesî canê xwe ji dest daye û 50 kes jî birîndar bûne.